Li bajarokekî Urmiyê 4 jin ji aliyê mêrekî ve hatin kuştin

Li gorî ragihandinan li bajarokekî ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, mêrek ku tê gotin girêdayî maddeyên hişber bûye, bi kêrê çar jin kuştine û xortek jî birîndar kiriye.
28.04.2022, Per - 10:14
Li bajarokekî Urmiyê 4 jin ji aliyê mêrekî ve hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Bûyer roja Çarşembê 27ê Nîsana 2022ê li bajarokê Barûq ser bi bajarê Miyanduav çêbûye. Li gor şahidhalekî, mêrekî bi hêrs êrîşî mala jineke 75 salî kiriye û destpêkê li wê jinê daye û piştre jî li keç û neviya wê daye û hemûyan yekser canê xwe ji dest dane.

Lê li gor rapora rojnameya Îtîmad, tohmetbar destpêkê êrîşî mala jineke ciwan bi navê Mehnaz Îbrahîmî kiriye û bi kêrê li wê û kurê wê daye. Piştî dike hewar hewar sê jinên din jî hatine derve û di wê demê de êrîşkar êrîşî wan jî kiriye.

Li gor heman rojnameyê kurekî malbata wan hersê jinên kuştî dibêje: “Şeva berê pirsgirêka tohmetbar ligel hevjîna wî hebûye û hevjîna wî çûye mala Mehnaz Îbrahîmî. Roja piştre kesê tohmetbar çûye mala Mehnaz û bi kêrê li Mehnaz û kurê wê daye û bê ti sedemek û bi acizî çûye mala hersê jinên din.”

Di bûyerê de keçeke 18 salî, jin eke 30 salî, jineke 40 salî û jineke bi temen a 75 salî canê xwe ji dest dane.

Dozgerê Giştî yê Miyanduavê Cehangîr Mesûdî jî dibêje: “Tohmetbar hatiye desteserkirin, lê heta niha sedema wê bûyerê zelal nebûye.”

Li gor agahiyên hatine belavkirin, xelkê taxê ji ber hewar hewara wan jinan hatine derve, bi dar û beran li kesê tohmetbar dane û li wir xistine erdê heta polîs hatine.

Rojnameya Îtîmad belav kiriye ku ew mêr hewqasî girêdayî maddeyên hişber bûye, pirsgirêk bo lêkolînan jî çêkiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 786 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:41:57