Li Efrînê ji 7 hezar Kurdan agahî nayê wergirtin

Rêxistina Gelên di bi bin Metirsiyê de ku navenda wê li Almanyayê ye ragihand ku li Efrînê îslamîstên radîkal tên bicihkirin û agahî ji zêdetirî 7 hezar kurdan nayê wergirtin.
18.07.2018, Çar - 09:03
Li Efrînê ji 7 hezar Kurdan agahî nayê wergirtin
Nuçe Belav bike

Rêxistina Gelên di bi bin Metirsiyê de di derbarê rewşa Efrînê de ku 18ê Adara borî ji aliyê çekdaêrn girêdayî artêşa tirk ve hatibû dagirkirin, raportek belav kir.

Posporê Rojhilata Navîn Kemal Sîdo jî ji wê rêxistinê re ragihand ku li Efrînê hemû nivîs û tabelayan bi kurdî hatine rakirin û dersên kurdî yên li dibistanan jî hatine rakirin.

Li gor raporta wê rêxistinê ku dispêre jêderên li Efrînê, di destpêka meha Tîrmehê de ji aliy çekdarên bi ser Tirkiyê ve 120 bûyerên revandinê, 7 kuştin, 10 talan û dizî û 27 serdegirtin pêk hatine û herwiha 4 zevî jî hatine revandin.

Herwiha Kemal Sîdo diyar kir ku heta niha ji 7 hezar kesan agahî nayên wergirtin. Sîdo ragihand ku bi bicihkirina cîhadîstan li Efrînê li wê herêmê hiqûqa şerîatê tê sepandin. Sîdo diyar jî kir ku êdî jinên servekirî nikarin derkevin kolanan û ji bo Êzîdî û Elewiyan êdî şert û mercên jiyanê li wî bajarî ku berê sekûler bû, nemane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:25