Li Minbicê mayinek teqiya

Li bakurê Minbicê mayinek teqiya û di encam de 3 zarokan canê xwe jidest dan.
09.05.2019, Per - 09:56
Li Minbicê mayinek teqiya
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekê ji bajarê Minbicê yê Sûriyê ragihand ku duh êvarê, li bakurê wî bajarî, mayinek teqiya ye û di encam de, 3 zarokan canê xwe jidest dane.

Mayin li nêzîkî rêbendekê bû, ku li wê derê 3 zarok li nav zeviyê, li ber pez bûn û mayin bi wan de teqiya ye.

Navên wan zarokan jî Mecid Elcasim, Hemûd Elcasim û Casim Elmihemed in. Temenên wan jî 10-13-15 salî bûn.

Sibeha roja Çarşemê jî, li gundê Elfarat ê rojavayê Minbicê motorsiklek teqiya û 2 kesan tê de, canê xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1128 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:25:19