Li Rojhilatê 3 girtî hatin darvekirin
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ve hatiye weşandin Li bajarê kurdan Urmiyê, vê sibehê 3 girtî hatine darvekirin. Ji vana 2 kes jî kurd bûn.
28.02.2017, Sal - 08:57
Îro danê sibê, li girtîgeha Urmiyeyê 3 kes hatin îdamkirin ku 2 kes ji wan kurd bûn, yê din jî azerî û xelkê bajarê Tebrîzê bû.
Her sê kesên ku hatine îdamkirin, ji ber sûcên cinayetê bûne. Navê girtiyên kurd yên ku hatine îdamkirin, Efşîn Şoketî û Seyid Mirteza Baqirzade ye.
Yê Azerî jî Elî Welîzade bû.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2142 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:53:58