Li Rojhilatê, kurdekî din hat îdamkirin
Li bajarê Ormiyê yê Kurdistana Rojhilat, kurdekî din hat îdamkirin.
23.01.2017, Pts - 12:03
Roj nîne kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve neyên îdamkirin. Îro jî li girtîgeha Ormiyê, welatiyekî kurd bi hêceta “qetla enqest” hat îdamkirin.
Navê wî welatiyê kurd, Osman Qoytasî û xelkê bajarê Bokanê bûye.
Welatiyekî azerî jî îro li Ormiyê hat îdamkirin, ew jî bi sûcê qetla enqest hat îdamkirin.
Welatiyê azerî jî xelkê bajarê Miyandav û navê wî jî Hamid Hemdullahî bûye.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2221 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:56:05