Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Qurweyê yê Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê cenazeyên 2 kesan hatin dîtin. Qaymeqamê Qurweyê da zanîn ku her du kes jî bi çekan hatine kuştin, lê heta niha sedem nayê zanîn.
26.07.2023, Çar - 07:21
Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kes hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Qaymeqamê bajarê Qurweyê Xelîl Fîhlegerî roja Sêşemê 25ê Tîrmeha ragihand ku du welatiyên tê texmînkirin karkerên zeviyekê bin, bi awayekî gumanbar bi çekê hatine kuştin.

Xelîl Fîhlegerî got, mezraya ku termên wan her du welatiyan lê hatine dîtin, di navbera Sirşî Ava û Qurweyê de ye û li gor zanyariyan her du welatî sibeha Sêşemê bi çekan hatine kuştin.

Qeymeqamê bajarê Qurweyê nasnameya qurbaniyan eşkere kir û got, navê yek ji wan kesan M.G û 61 salî ye û yê din H.R û 42 salî ye.

Li gor daxuyaniya Qaymeqam, xwediyê zeviyê H.M jî birîndar bûye û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Qaymeqamê Qurweyê her wiha got, heta niha têkildarî bûyerê ti kes nehatiye desteserkirin û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 960 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:54:33