Li Rojhilatê Kurdistanê erdhejek pêkhat!
Erdhejek li Rojhilatê Kurdistanê pêkhat û li bajarekî Başûrê Kurdistanê jî hest hate pê kirin.
23.04.2019, Sal - 07:56
Desteya hewanasî û çavdêriya erdhejên Iraqê bi beyanameyekî ragehand, erdhej îro 23.04.2019ê demjimêr 05:59ê de li bajarê Qesrî Şirîn a parêzgeha Kirmaşanê pêkhatiye û hêza wê jî 3.6 bûye.
Li gor heman saaziyê rûniştvanên bajarê Xaneqîn a Başûrê Kurdistanê jî hest bi wê erdhejê kirine û heta naha ti zanyariyek derbarê ziyanên canî û madî de nehatiye ragehandin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:45:41