Li Sine girtiyekî Kurd hat bidarvekirin

Li gorî ragihandina Hengaw'ê, bajarê Sine girtiyekî kurd, ku bi tohmeta kuştina kesekî bi îdamê hatibû mehkûmkirin, hat bidarvekirin.
30.05.2022, Pts - 07:39
Li Sine girtiyekî Kurd hat bidarvekirin
Nuçe Belav bike

Li gorî raportên ku gihîştine Hengawê, berbanga roja 30 Kanûna 2020, girtiyê kurd Mistefa Seyfî (28 salî) û xelkê gundê Wêjnan yê bajarokê Sewlaya li parêzgeha Sine, li nav girtîgeha navendî ya bajarê Sine de hat bidarvekirin.

Mistefa Seyfî, 25 Nîsana 2015 “li ser namûsê” pismamekî xwe bi navê Kosar Seyfî kuştibû. Ji ber wê jî hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Bavê Mistefa Seyfî, Eta Seyfî ji Hengawê re îdama kurê xwe piştrast kir û ragihand, malbata kuştî kurê wî efû nekirine û daxwaza 3 milyar tûmen kiribû lê wan nekarîbû wî diravî dabîn bikin.

Mistefa Seyfî roja yekşema borî biribûn cihê bidarvekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 849 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:48:43