Li Urmiyeyê 2 qezayên trafîkê: 3 kesan canê xwe ji dest da

Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di 2 qezayên trafîkê de 3 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
07.09.2024, Cts - 09:53
Li Urmiyeyê 2 qezayên trafîkê: 3 kesan canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Doh li ser rêya Miyandiwaw-Sayîn Qelayê ya parêzgeha Urmiyeyê otomobîlek qulibî û 3 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Birêvebirê Tenduristiyê yê Urmiyeyê Ferzîn Rezazade ragihand ku tîmên wan birîndar birine nexweşxaneyê.

Rezazade da zanîn ku yek ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye zarokekî 4 salî ye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 100 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:46