Mazlûm Ebdî peyamek ji bo Jîna Emînî belav kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser kuştina Jîna Emînî ji aliyê Hêzên Îranê ve peyamek belav kir.
24.09.2022, Cts - 06:44
Mazlûm Ebdî peyamek ji bo Jîna Emînî belav kir
Nuçe Belav bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya Rojavayê Kurdistanê Mazlûm Ebdî duh 23ê Îlona 2022an li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê Hêzên Îranê ve li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di peyama xwe de anî ziman, “Kuştina polîsên exlaqê yên Îranê ji Mehsa Emînî re binkeftinek exlaqî, cihê şermezariyê ye. Em tevlî dengên ji bo Amînî bilind bûn dibin û serhildêran silav dikin. Divê pirsgirêka Kurd û ya jinê li Îranê bi rêbazên guncaw çareser bibe. Sersaxiyê ji malbatê û gelê Kurd re dixwazin.”

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşema 13ê Îlona 2022an li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba Îslamî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, Jîna Emînî canê xwe ji dest da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 637 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:40:32