Mistefa Hicrî: Îran ji referandoma Başûrê Kurdistanê ditirse

Sekreterê giştî yê Hizba Demokrat ya Kurdistana Îranê (HDKÎ) Mistefa Hicîr piştgiriya xwe bo referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihand û got, referandoma Başûr dê bibe mînakek bo beşên din yên Kurdistanê.
07.04.2017, Cum - 05:45
Mistefa Hicrî: Îran ji referandoma Başûrê Kurdistanê ditirse
Nuçe Belav bike

Sekreterê giştî yê HDKÎ Mistef Hicrî li ser referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji radyoya DW ya Almanya re axivî û got, em di wê baweriyê de ne kurd li kîj derê bijîn mafê wan heye bi destê xwe qedera xwe diyar bikin ji ber wê jî em piştgiriyê didin biryara Herêma Kurdistanê ya encamdana referandomê.

Li ser helwesta Îranê li hember referandoma Başûrê Kurdistanê jî Mistefa Hicrî got, her gava ku gelên Rojhilata Navîn bixwazin ber bi demokrasî û mafên xwe ve gavan bavêjin komara îslamî ya Îranê dikeve panîkê ji ber ku baweriya wê bi mafên gelan û demokrasiyê tine.

Sekrterê giştî yê HDKÎ her wiha got, Îran ji referandoma Başûrê Kurdistanê tirsiyaye û dixwaze bi rêkên cur bi cur pêşiya vê yekê bigire.

Mistefa Hicrî da xuyakirin ku referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê bibe hêvî û mînakek bo beşên din yên Kurdistanê û got, helbet tenê bo kurdan na dê bo hemû gelên mezlûm yên Îranê jî bi sûd bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1661 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:54:22