Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Ozçelîk ji bo hêjmara 431ê ya Rojnameya Agirî ya Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê nivîsek nivîsî.
Tevahiya nivisê li jêr e:
Gelê me yê li Başûr ,Bakur û Rojava, li gorî diviyabû piştgirîya xuşk û birayên xwe yên Rojhilat nekirin
Ji alîyê polîsên Dewleta Îranê ve kuştina keça Kurd Jîna Emînî, di dîroka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê da rûpeleke nû vekir.
Jîna Emînî, ji ber ku porê wê di binê hîcabê da dixuya, ji alîyê ‘’polîsên ehlaqê’’ yên Dewleta Îranê ve hate desteser kirin, piştî îşkeceyeke mezin, Jîna Emînî jîyana xwe ji dest da.
Kuştina Jîna Emînî, di eslê xwe da, careke din bû nîşan û dilopa dawî ya ji bo aşkere kirina bi dehan şêweyên zilm, zordarî, neheqî, bêedaletî, dagirkerî û kevneperestîya rejîma Îslamî ya Îranê.
Kuştina Jîna Emînî, encam û nimûyeke berbiçav a ji holê rakirina azadîya jinan, binpê kirina mafê mirovan û darve kirina mirovan bû ; encam û nimûyeke dagirkerî ya li Kurdistanê û tune hesibandina mafên neteweyî yên miletê kurd bû; encam û nimûyeke zilm û zordarî û bêperwatîya Dewleta Îranê ya li ser gelên Faris, Azerî, Belûcî, Ereb, Tirkmen bû.
Ji ber vê rastîyê jî, ne tenê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, bi sedhezaran gelên Faris, Azerî, Belûcî, Ereb, Tirkmenan û milyonan jinan li Îranê û li her alîyê cîhanê hem kuştina Jîna Emînî, hem jî hemû zilm û zordarîyên Dewleta Îranê protesto kirin, şermezar kirin.
Piştî kuştina Jîna Emînî, meriv dikare bêje ku, li Rojhilatê Kurdistanê vejîneke nû ya neteweyî, niştimanî çêbû û li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê rûpelekî nû vebû.Bi taybetî, bi hest û hişmendîyeke xurt a niştimanî beşdarîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo her du bangên greva giştî (mang girtina giştî)ya Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê, destpêkeke nû bû. Ev beşdarîya grevên giştî , di eslê xwe da helwesteke neteweyî bû. Herweha tesîra yekgirtina herdu baskên Partîya Demokrat a Kurdistanê Îranê û tesîr û girîngîya tifaqa Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê jî nîşan dida.
Ev helwesta gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê helwest û mesajeke gelekî watedar bû ji bo Dewleta Îranê.
Dewleta Îranê ya ku nikarîbû rê li ber xwepêşandan û greva giştî(mang girtina giştî) ya bi sed hezaran kesan bigire, ji 100î zêdetir xwepêşander kuşt, bi hezaran kes desteser kir, birîndar kir; êrîş bir ser baregehen Başûrê Kurdistanê yên PDK Îran(Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê), Komeleya Şoreşgerê Zahmetkêşên Kurdistana Îranê û PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) a Rojhilatê Kurdistanê û 18 weltaperwerê Kurd kuşt, 50 kes jî birîndar kir.
Lê raperîna gelê me û ya gelên Îranê nerawastîya ye. Raperîna gelên Kurdistanê û Îranê tê wateya ku ‘’Em zilm û zordarîya Dewlet û Rejîma Îslamî ya Îranê naxwazin’’.
Ev raperîna sivîl a gelên Kurdistanê û Îranê, di hemû cîhanê da deng veda, gelên cîhanê, dezgehên sivîl, partîyên sîyasî û gelek dewletên cîhanê piştgirîya xwe ji xwepêşanderan ra dîyar kirin.Ev jî ji bo Dewleta Îranê şikesteke mezin bû.
Dewleta Îranê, ji bo vê serîhildana sivîl a gelên Kurdistanê û Îranê têk bide û ji rê û armanca wê ya meşrû dûr bixe, gelek provokasyonan dike; bi destê noker û ajan û hêzên xwe yên aşkere û veşartî, gelek cîh û warên sivîl, dînî dişewitîne û bi cil û bergên pêşmergeyan êrîşan dibe ser xwepêşanderan, dibe ser gel.
Serîhildana li Rojhilatê Kurdistanê, nîşan û encama xebata partîyên Kurdistanî ye, nîşana hişyarî, bawermendî û helwesta neteweyî, niştimanî ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ye.
Serîhildana gelên Faris, Azerî, Belûcî, Ereb, Tirkmen jî nîşana nerazîbûna ji sîyaset û kiryarên vê Rejîma Dîktator e.
Serîhildanên li bajarên Îranê, destê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê xurtir dike
Helbete ku daxwaz û armancên gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê yên cuda jî û yên bi gelên Faris, Azerî, Belûcî, Ereb, Tirkmen ra hevbeş jî hene. Serîhildana gelên Faris, Azerî, Belûcî, Ereb, Tirkmen, hem ji bo serîhildana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bûye piştgirî û hem jî nehiştîye gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi tenê bibe hedefa êrîşên Dewleta Îranê. Herweha ji bo xebat û têkoşîna hevbeş a dûr û dirêj a gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Faris, Azerî, Belûcî, Ereb, Tirkmen jî dikare zemîneke baştir çêbike.
Li gorî şerdên heyî yên Rojhilatê Kurdistanê, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê , ji alîyekî ve têkoşîna ji bo azadîya Kurdistanê dimeşîne; ji alîyekî jî dixwaze vê têkoşînê, bi gelên Faris, Azerî, Belûcî, Ereb, Tirkmen ra ji bo şirîkatîyeke li ser esasê federalîyê û demokrasî ya li Îranê bimeşîne. Ji ber vê rastîyê, bi hev ra xebata hevbeş ya bi gelên din ra girîng e.
Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê, partîyên Kurdistanî, şerd û rewşa Rojhilatê Kurdistanê û hêz û rastîya xwe û ya gelê me baştir dizanin. Ji ber wê jî em wek partîyên li perçeyên din ên Kurdistanê, nabe ku tedaxulî karê wan bikin û rê û stratejîyan li ber wan bixin. Em divê piştgir û alîkarên wan bin, karê wan hêsantir bikin, barê wan girantir nekin û divê em bi pêşniyarîyên xwe yên çêker li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bin.
Tiştê ku dîyar e, partîyên Rojhilatê Kurdistanê , ji bo ku van xwepêşandanên sivîl ên gelê me bi midaxaleyên çekdarî ji armanca xwe dûr nekevin û rê ji êrîş û provokasyonên Dewleta Îranê ra rê xweş nebe, nuha xwe ji şerê pêşmergayetîyê yê li nav bajaran dûr dixe. Ev jî bi ya me sîyaseteke maqûl û rast e.Lê helbete ku ev nayê wê wateyê ku, dê mafê xwe yê meşrû yê parastinê bikar neynin.
Partîyên Rojhilatê Kurdistanê helbete ku divê xwedîyê plan û stratejîyekê bin ku, dê vê serîhildana gelê me bi çi awayî û bi çi armancên demkî û dûv û dirêj organîze bikin. Divê xwedî sîyaset û bernameyekê bin da ku bikaribin gelê me ji îro pê ve zêde zerarê nebînin, ev serîhildan bibe binhega hûnandina toreke xurt a ku bi hişmendîyeke neteweyî û niştimanî ve hatîye hûnandin. Divê ev serîhildan bi êrîşên Dewleta Îranê şikestekê û bêmoralî û bêhêvîyekê bi xwe ra neyne, bibe bingeheke xurt ji bo bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk.
Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê pêngaveke gelekî girîng, niştimanî û dîrokî ye. Partîyên Rojhilatê Kurdistanê yên neteweyî û niştimanî, çiqasî bikaribin hevkarî û tifaqa xwe ya li Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir û xurtir bikin, dê ewqas zêdetir bikaribin gelê me organîze bikin, birêxistin bikin û dê bikaribin ji êrîş û xeterîyan biparêzin.
Hevkarîyeke berfirehtir ya neteweyî, niştimanî herweha di dema guhertin û midaxaleyên dewletên cîhanê yên li herêmê da, dê zêdetir amade be ku ji firsendan feydê werbigire û dê zêdetir bikaribe gelê me ji guhertinan ra amade bike, organîze bike.
Partîyên Rojhilatê Kurdistanê yên neteweyî û niştimanî, ji her demê zêdetir divê xebat, çalakî û peywendîyên xwe yên nevneteweyî, dîplomasî xurtir û organîzetir bikin. Dinya ew dinya ye ku, di guhertinên navxweyî da jî, gelek caran midaxaleyên derekî, ji rûdan û hêza navxweyî zêdetir tayînker dibin.
Gelê me yê li Başûr ,Bakur û Rojava, li gorî diviyabû piştgirîya xuşk û birayên xwe yên Rojhilat nekirin
Di encamê da ez dixwazim , Kurd û Kurdistanîyên li Bakur û Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî rexne bikim û li ser navê xwe û navê partîya xwe ji xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê lêborînê dixwazim. Me wek Kurd û Kurdistanîyên li her sê perçeyên din wazîfeya xwe ya piştgirî û alîkarîya vê serîhildana gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê bi şêweyeke ku pêwîst bû û diviya bû bihata kirin, me bicîh neanî.
Bi taybetî HDP ya ku ji 6 milyon Kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê dengan digire, dikarîbû bi awayekî girseyî piştgirîyeke mezin bikira, lê nekir.
Her çiqas hêzeke wan a girseyî tune be jî, lê partî, rêxistin, grûp, dezgeh û kesayetên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê jî mixabin tiştên ku dikarîbûn û divîya bû bikirina , bi aweyî pêwîst û diviya bû bikirina nekirin.
Li Rojava û li Başûrê Kurdistanê bi sedhezaran gelê me dikarîbûn bi organîzasyonên sivîl piştgirîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bikirina, lê mixabin nekirin.
Divê em wek Kurd û Kurdistanîyên Bakur û Başûr û Rojava, di vê derbarê da li xwe vegerin, vê kêmayîya xwe tesbît bikin , xwe rexne bikin û bêjin ‘’Lê hîna jî ne dereng e, em ji îro pê ve jî dikarin bi şêweYên cuda cuda û bi girseyî piştgirîya gelê xwe bikin, wazîfeya xwe ya neteweyî bicîh bînin’’.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê