Roja Pêncşemê 5ê Çileya 2023an hêzên ewlehiyê yên Îranê parlamenterê berê Mihemed Mihemed Rezayî li bajarê Bîcar ê parêzgeha Sineyê desteserkirin.
Heta niha sedema desteserkirina parlamenterê berê Mihemed Mihemed Rizayî nehatiye ragihandin lê berî niha bi tohmeta belavkirina zanyariyên nerast, propagandaya li dijî desthilatê û têkdana asayîşa giştî bi 2 salan hatibû cezakirin.
Mihemed Mihemed Rezayî bi salan e li ser dosyeya dagirkirina erdên Bîcarê kar dike.
Di rojên dawî de, wî çend name belav kirine û berpirsên dadwerî yên Sine û Bîcarê bi gendelî û bertîlxwarinê tawanbar dike.