Partiyên kurdî yên li Rojhilatê nêzî hev dibin

Bi armanca pêkanîna lijneyeke hevbeş ji bo alîkariya navbera wan, biryar e îro şemiyê serkirdayetiya 5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê bicivin.
20.01.2018, Cts - 13:59
Partiyên kurdî yên li Rojhilatê nêzî hev dibin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Rûdawê, her yek ji Hizba Demokrat a Kurdistanê, Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê û Sazmana Xebat, li ser asta polîtburo beşdarî civînê dibin û civîn li navenda Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşan tê kirin.

Ji bo wê civînê, daxwaz ji Komele-Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komonîst a Îranê jî hatiye kirin ku beşdar be, lê wê hizbê red kiriye beşdarî civînê bibe.

Derbarê armanca civînê de Cîgirê Sekreterê Giştî yê Kolmeleya Zehmetêşên Kurdistanê Reza Keibî diyar kir ku, "Di civînê de dê behsa pêkanîna navend an jî lijneyeke alîkariya navera wan hizban bê kirin û eger heye di wê civînê de biryar li ser wê lêjneyê bê dayîn."

Reza Keibî da zanîn ku wan projeyek amade kiriye bo pêkanîna Eniya Kurdistanî û di civînê de wê vê projeya xwe pêşniyar bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1679 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:57:39