Pasdaran li Baneyê kolberekî din kuşt

Li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberê bi navê Celal Sohrabî ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
03.05.2024, Cum - 17:26
Pasdaran li Baneyê kolberekî din kuşt
Nuçe Belav bike

 Li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberê bi navê Celal Sohrabî ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Li gorî zanyariyan, Celal Sohrabî 48 salî ye, zewicî ye û bavê 2 keçan e.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê ragihand ku doh li Çiyayê Sorkewê yê Baneyê kolberê bi navê Celal Sohrabî yê xelkê gundê Tajanê yê Baneyê ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Hengawê amaje bi wê yekê jî kir ku guleya pasdarên Îranê li sînga Celal Sohrabî ketiye û ji ber wê canê xwe ji dest daye.

Li gorî rapora Hengawê, Celal Sohrabî sala 2023yan jî li Baneyê di gulebarana pasdarên Îranê de birîndar bûbû.

Do jî kolberekî ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Hêmin Ehmedî ji aliyê hêzên sînorî yên Îranê ve hatibû kuştin.

Di meha nîsanê de herî kêm 4 kolber ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin kuştin û 33 kolber jî hatin birîndarkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 812 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:51:24