PDK-Îyê li ser Efrînê got: Divê kurd yek bin

Fermandarê PDK-Îyê Rostem Cîhangirî bombebarana Efrînê ya ji aliyê artêşa Tirk ve şermezar kir û got, divê kurd di nav yekîtiyê de bin.
20.01.2018, Cts - 20:10
PDK-Îyê li ser Efrînê got: Divê kurd yek bin
Nuçe Belav bike

Li gorî parvekirina peyama PDK-Î ya li ser hisabê wê yê Twitterê Fermandarê pêşmergeyên Partiya Demokratî a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Rostem Cîhangirî derbarê bombebarana Efrînê ya ji aliyê artêşa tirk ve bangewaziya kurdan kir.

Li gorî peyamê Cîhangirî got, "Ti bihaneya Tirkiyeyê tune ye ku li dijî Efrînê operasyona leşkerî li dar bixe. Em vê bombebaranê şermezar dikin. Divê kurd di nava yekîtiyê de bin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1904 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:46:26