PDKÎ: Pêşmergeyên me li ser sînor in

Hêzên Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li ser sînorê Îran û Kurdistanê hatine bicihkirin.
10.07.2017, Pts - 07:39
PDKÎ: Pêşmergeyên me li ser sînor in
Nuçe Belav bike

Hefteya borî Berdevkê Biryargeha Hemze ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ragihandibû ku ew û Hikûmeta Kurdistanê li ser vê yeke li hev kirine ku hemû partiyên kurd ên Îranê bingeh û baregehên xwe yên leşkerî vala bikin.

PDKÎ ku pêşmergeyên xwe li ser sînorê navbera Herêma Kurdistan û Îranê bi cih kiriye û niha li ser sînor xwediyê çend baregehan e. PDKÎyê tekez kir ku pêşmerge dê li ser çalakiyên xwe berdewam bin û baregehên xwe vala nakin.

Nûnerê PDKÎ yê li Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî dibêje: "Biryareke wisa ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yan jî ti aliyeke pêwendîdar ve ji me re nehatiye ragihandin. Hebûna baregehên Pêşmerge yan xebatkarên Rojhilatê Kurdistanê jî li ser vîna (îradeya) xelkê Rojhilatê Kurdistanê û biryara serkirdatiya siyasiya wan bûye. Em bi ti awayî pabendê ti rêkevtineke dualî ya li derveyî îradeya me û li derveyî berjewendiya xebata gel nabin. Em weke Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li ser bingeha berjewendiya netewî, çi tişta ku ji destê me hatibe, ji bo berjewendiya Herêma Kurdistanê me hevkarî kiriye. Lê belê di heman demê de berpirsatiya siyasiya me li hember xelkê Rojhilatê Kurdistanê û li hember dagîrkariya Komara Îslamiya Îranê heye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1854 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:50:03