Piştî daxuyaniya HSDê, Hevpeymaniyê jî daxuyaniyek da: Em ê li gel hevparên xwe bin

Piştî ku berdevkê HSDê Gabriyel Kînoyî ragihand ku Hevpeymaniyê soz daye wan ku dê wan ji gefan biparêze, Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku çiqas dem pêwîst bibe, ji bo ku DAIŞ bi awayekî mayinde têk biçe, em ê li ser piştgiriya HSDê berdewam bin.
09.05.2018, Çar - 17:53
Piştî daxuyaniya HSDê, Hevpeymaniyê jî daxuyaniyek da: Em ê li gel hevparên xwe bin
Nuçe Belav bike

Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ya Amerîka pêşengiya wê dike li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke bi-vîdeo weşand û tê de teqez kir ku dê li ser piştgiriya HSDê berdewam be.

Di tweetê de wiha hat gotin: "HSD şerê xwe li newala Firatê ya navîn berdewam dike da ku DAIŞê têk bibe. Em ê li gel hevparên xwe bin heta ku DAIŞ bi awayekî mayinde têk biçe".

Herwiha di vîdeoyê de hat gotin ku "çiqas dem pêwîst bibe, dê li gel hevparên xwe(HSD) bin.

Hêjayî gotinê ye ku Berdevkê HSDê Kîno Gebrîlî duh sêşemê ragihand ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê soz daye ku herêmên birêveberiya xweser ji gefên Tirkiyeyê biparêzin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1870 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:34:40