Pêşmergeyên PDK-Îyê li Pîranşarê êrîşî pasdaran kir

Malpera fermî ya bi ser Partiya Demokata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Kurdistan Medyayê ragihand ku li Pîranşarê di navbera Pêşmergeyên PDK-Î û hêzên Îranê de şer qewimî derketiye.
03.01.2018, Çar - 17:53
Pêşmergeyên PDK-Îyê li Pîranşarê êrîşî pasdaran kir
Nuçe Belav bike

Di nûçeyê de hat gotin, şerê di navbera pêşmerge û hêzên Îranê de li gundê Zêwê yê girêdayî navçeya Pîranşarê qewimî ye û di encama wî şerî de 6 leşkerên Îranê hatine kuştin.

Herwiha hat diyarkirin ku şer 3yê Çile piştî nîvro rû daye û piştî demekê ku şer bidawî bûye jî hêzeke mezin a Supaya Pasdaran li navçeyê hatiye belavkirin.

Li gor jêderên PDKÎyê, kiryarên nebaş ên hêzên Îranê yên bi ser gundiyan de bûne sedema wî şerî û pêşmergeyan wekî bertek êrîşî hêzên Îranê kiriye.

Tê ragihandin ku hêzên pasdarên Îranê bi narincokan êrîşî gundiyên Zêwê kiriye û herwiha zext li wan kirine.

Ji aliyê rêveberiya Îranê ve ti daxuyaniyek li ser rûdana wî şerî nehatiye dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1670 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:53:49