Li gorî Navenda Lêkolînên Parlemantoya Îranê, amarên nakok li ser hejmara kolberan hene, ji ber zanyariyan li ser kolbera û kelûpelên wan nayên tomarkirin.
Lê beşek ji rûniştvanên bajarên sînorî û di nav de hejmarek jin ji ber pirsgirêkên aborî karê kolberiyê dikin.
Niştecihên navçeyên sînorî û herwiha bajarên dûrî sînor jî li parêzgehên Kirmaşan, Sine û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo peydakirina debara jiyana xwe wek kolber kar dikin.
Kolber ji barê ku li ser pişta xwe vediguhêzin, para wan tune ye, û tenê ji bo veguhastina her barekî hinek pere distînin. Kolber bi xwe dibêjin, ku ji ber nebûna derfetên kar û ji neçariyê wan berê xwe dane vî karê dijwar.
Rayedarekî Navenda Dijî Qaçaxçîtiyê ya Îranê ragihand, di sala 2021ê de qaçaxçîtî bi qasî 20 milyar dolar kelûpelan hatiye kirin.
Cîgirê Serokomarê Îranê bo Karûbarên Parlamentoyê Mihemed Husênî herî dawî ragihandibû ku hikûmetê ji bo rêkxistin û çavdêrîkirina bazirganiya navçeyên sînorî û peydakirina karan projeyasayek pêşkêşî parlamentoyê kiriye.
Husênî gotibû, projeyasa ji bo bihêzkirina aboriya navçeyên sînorî, dabînkirina debara jiyana xelkê navçeyên sînorî, rêkxistina anîna kelûpelan, kêmkirina qaçaxçîtiya kelûpel û dirav, vejandina geştyariyê û peydakirina kar e.
Ji her du kabîneyên Serokkomarê Îranê yê berê Hesen Ruhanî ve heta niha gelek caran berpirsên hikûmeta Îranê behsa peydakirina derfetên kar ji bo kolberan li deriyên sînorî kirine, lê heta niha ev yek nehatiye cîbicîkirin.
Hikûmeta Îranê tevgera kolberan li navçeyên sînorî neqanûnî dibîne û bi sedema wê yekê jî li gor raporta Koolbarnewsê, di sala 2022an de 43 kolber hatine kuştin û 2015 kolberên din jî birîndar bûne.