Şandeke kurdên Rûsyayê serdana PDK-Îyê kir

Şandeke ji Yekîtiya Kurdên Sovyeta berê serdana Deftera Siyasî ya Partî Demokratî Kurdistan - Îran (PDK-Î) kir û ji aliyê Sekreterê Giştî yê PSK-Î ve hat pêşwazî kirin.
17.04.2017, Pts - 07:16
Şandeke kurdên Rûsyayê serdana PDK-Îyê kir
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên Kurdistanmediayê şandeke Yekîtiya Kurdên Sovyetê serdana PDK-Îyê kir û ji aliyê şandeke bi serpereştiya Sekreterê Giştî yê PDK-Î Mistefa Hicrî ve hat pêşwazîkirin. Şanda Yekîtiya Kurdên Sovyetê diyar kir ku ew piştevaniyê didin kar û xebatên kurdên li Îranê.

Di şanda Yekîtiya Kurdên Sovyetê de Serokê Yekîtiya Civata Azerbaycan û Endamê Yekîtiya Cıvata Kongre ya Kurdên Sovyeta Berê Tahîr Suleyman, Serokê Yekîtiya Civat a Kurdên St. Petersburgê Berzanî Elo, Serokê Komeleya Dostanî ya Kurd û Rûsyayê Mamê Mamo, Endamê Yekîtiya Cıvata Kurdên Kirgizistanê Nûreddîn Elîxan û Endamê Yekîtiya Civat a Kurdên Kazakistanê Rûsilan Elîxanî cih girtin.

Şandê di civîna li gel PDK-Îyê de behsa yekrêziya kurdan kir û piştevaniya xwe ji bo referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê û damezirandina dewleta Kurd ragihand. Şandê her wiha piştgiriya xwe ya ji bo kurdên li Îranê jî anî ziman û behsa divêtiya yekrêzî û yekîtiya gelê kurd kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1698 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:24