Şandeke MSDê derbarê rewşa Rojava de bi Wezareta Derve ya Danmarkê re civiya

Şandeke Encûmena Sûriyeya Demokratîk li gel Wezareta Derve ya Danmarkê civiya û di civînê de bi aliyê Danmarkî re derbarê binpêkirinên Tirkiyê û komên çekdar ên li navçeyê û herwiha binpêkirina agirbestê ji aliyê Tirkiyê ve gotûbêj kir.
02.12.2019, Pts - 07:37
Şandeke MSDê derbarê rewşa Rojava de bi Wezareta Derve ya Danmarkê re civiya
Nuçe Belav bike

Şanda Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji Hevserokê MSD Riyad Dirar, Seroka Desteya Cîbicîkar a MSDê Îlham Ehmed û Nûnerê Rêveberiya Xweser li Danmarkê pêk dihat.

MSD ragihandiye, di wê civînê de, herdu aliyan behsa êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û binpêkirinên grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê li navçeyê û herwiha binpêkirina agirbestê ji aliyê Tirkiyê ve kirin.

Herwiha şanda MSDê di civînê de behsa rewşa mirovî ya xerab û guhertina demografiya navçeyê kiriye û diyar kiriye, ku Tirkiye bi aşkere plana guhertina demografiya navçeyê ragihandiye û dest bi cîbicîkirina wê kiriye.

Têkildarî proseya siyasî ya li Sûriyê jî Encûmena Sûriyeya Demokratîk daxwaz kiriye, ku ew di danûstandinên proseya siyasî de beşdar bibin.

Wezareta Derve ya Danmarkê jî ji aliyê xwe ve ragihandiye, ku ew êrîşa Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê û herêmên Kurdî şermezar dikin û di civîna li gel şanda MSDê de wan careke din tekezî li ser wê helwesta xwe kiriye.

Wezareta Derve ya Danmarkê tekez kiriye, ku ew dilgiraniyên MSD fêm dikin û ew dê li ser piştevaniya wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk berdewam bin, ji ber ku wan hêzan Danmark û cîhan bi tevahî ji terorê parastine.

Şanda Encûmena Sûriyeya Demokratîk herwiha li gel Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlemana Danmarkê jî civîn pêk anî û bi wan re jî behsa rewşa Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê, herweha helwêsta Tirkiyê ya li hemberî pêkhateyên Sûriyê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 870 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:36:26