Roja Yekşemê, çalakvanan kampanya girtina dikan û bazaran bo dema sê rojan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ragihandin. Rewşa du mehên bihorî jî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wiha kiriye ku ti pêşketinek di pirsa etomî ya wî welatî de çênebe û gotûbêjên derbarê dosyeya etomî ya Îranê de bi temamî hatine rawestandin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Antony Blinken dibêje, wan gelek hewl dan daku Îran vegere ser pabendiyên xwe yên di rêkeftina etomî de û tekez kir, Îran naxwaze wê yekê pêk bîne.
Antony Blinken got, “Me hewl daye ligel hevpeymanên xwe eniyeke hevbeş çêbikin daku guşareke bi bandor bixin ser Îranê. Em bi hev re tevlî proseyeke dîplomatîk bûn daku bighin xalên hevbeş û vegerin rêkeftina etomî, lê Îranê berdewam gotiye ku naxwaze yan nikare pêbendê wan gavan be ku divê bên avêtin.”
Amerîka û Îranê bi navbênkariya Ewropayê, di Nîsana 2015an de li ser mijara Bernameya Atomî ya Îranê gehiştin rêkeftinê, lê di sala 2018an de, Îdareya Trump yekalî ji rêkeftinê vekişiya.
Ligel hatina Joe Biden bo Koşka Spî, Amerîkayê ragihand ku amade ne kar bo aktîvkirina wê rêkeftinê bikin. Di meha Îlonê de û piştî destpêkirina xwepêşandanan li Îranê, gotûbêjên taybet bi wê mijarê hatin ragirtin. Piştre Îranê ragihand ku piştî rawestandina gotûbêjan bi rêjeya ji sedî 60 berhemanîna uranyûma meyandî li Bingeha Atomî ya Ferdû zêde kiriye.
Niha Îran, Îdareya Biden wek sedema serekî ya xwepêşandanên Îranê û rawestandina gotûbêjên taybet bi programa atomî dibîne.
Wezîrê Derve yê Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan dibêje, “Bo me bi tevahî zelal bûye ku Amerîka û hejmareke kêm a welatên rojavayî bi pey provakasyon, guşar, teşwîqkirina tevlihevî û terorê ne li Îranê. Yek ji armancên Amerîkayê neçarkirina Îranê bû daku di gotûbêjên etomî de tenezûleke mezin di berjewendiya Amerîkayê de bike.”
Li gor amarên dawî yên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji ber aloziyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi kêmanî 470 kesan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 18 hezar kes jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin.