3 şêwekarên Rojhilatê Kurdistanê tabloyên xwe li Hewlêrê pêşan dan

Sê şêwekarên Rojhilatê Kurdistanê bi hevkariya Rêveberiya Hunerî ya Şêwekarî ya Hewlêrê pêşangeheke wêneyan li Galeriya Medya vekir ku tê de zêdetirî 40 tabloyên hatin pêşandan.
23.08.2023, Çar - 10:22
3 şêwekarên Rojhilatê Kurdistanê tabloyên xwe li Hewlêrê pêşan dan
Nuçe Belav bike

Sê şêwekarên Rojhilatê Kurdistanê bi hevkariya Rêveberiya Hunerî ya Şêwekarî ya Hewlêrê pêşangeheke wêneyan li Galeriya Medya vekir ku tê de zêdetirî 40 tabloyên hatin pêşandan.

Di pêşangehê de, şêwekaran xweza, bedewî û kevneşopiyên Kurdan pêşkêş kirin.

Cemîl Aram Qubadî ku yek ji hunermendên ku di pêşangehê de beşdar e ji K24ê re da zanîn. Wî ligel Perçîn Soma û Sumaya Çîmen Muradî, hilbijartiyek ji tablo û berhemên xwe yên taybet ên Rojhilat anîne Başûrê Kurdistanê.

Got jî, hin tabloyên ku wan xêz kirine, wêneyên rasteqîn ên jiyana gundiyan in û zehmetiyên jiyana wan bûne madeyeke karên wan ên hunerî.

Di pêşangehê de, ji aliyê Wezîrê Perwerdeyê Alan Hama Seîd, Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî Ferheng Xefûr, Rêveberê Hunera Şêwekariyê ya Hewlêr Azad Leşkerî û Selîm Qadir ve hate vekirin û dê du rojan berdewam be.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 665 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:04:26