Em piştgirîya kampanyaya ji bo zimanê Kurdî bikin

Li Amedê di roja 22.02.2021ê de bi pêşengîya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi daxwaza ’’Bila imanê Kurdî Bibe Zimanê Fermî’’, ‘’Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Perwerdehîyê’’ kampanyayeyeke îmzeyê hate destpê kirin.
22.02.2021, Pts - 11:30
Em piştgirîya kampanyaya ji bo zimanê Kurdî bikin
Nuçe Belav bike

Armanca vê kampanyayê ewe ku bi kêmanî 1 mîlyon bêne berhev kirin. Paşê jî van îmzeyan dê ji bo Wezareta Perwerdeyê ya Tirkîyeyê werin pêşkêş kirin.

Gelek partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayet piştgirîya vê kampanyayê dikin.

PAK jî yek ji beşdarên vê kampanyayê ye.

Fikra wî/wê, partîya wî/, meyla wî/wê ya sîyasî , dîn û mezhebê wî/wê, karê wî/wê çi dibe ila bibe, em bangî hemû Kurdan dikin da ku piştgirîya vê kampanyayê bikin.

Etnîsîteya wî/wê çi dibe bila bibe em bangî hemû kesên ku rêzê li mafê perwerdeya zimanê zikmakî ya her miletî, her gelî dikin , ku piştigirîya vê kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê Kurdî bikin.

Bidestxistina mafê perwerdehîya zimanê Kurdî û fermî bûna zimanê Kurdî mafekî rewa, mirovî, netewî, demokratîk yê miletê Kurd e.

Hemû rêveber, endam û alîgirên PAKê dê li her cîhê ku lê dijîn de , di nav xebatên vê kampanyayê de bi awayekî aktîf dê cîh bigirin.

Zimanê me hebûna me ye.

Her îmzeyeke we , ji bo zimanê Kurdî piştgirîyeke dîrokî ye.

22.02.2021

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1048 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:05:28