Lê amadekarîyên vê ferhengê bi biryara Enstitîya Kurdî ya Îstenbul’ê di sala 1994’an de tê dayîn ku xebatên Farqînî jî berîya sala 94’an destpê kiribû.
Di vê çapa nû de ferheng hem berfirehkirî ye hem jî sererastkirina wê hatiye kirin ku di ferhengê de zêdetirî 224 hezar madeyên kurdî hene ku di çapên din de 166.000 made hebûn.
Werin em vê ferhengê ji zimanzan Farqînî guhdar bikin ka ew girîngîya ferhengan jibo zimanan çawe dibîne?
“Eger mirov behsa zimanekê nivîskî bike divê sê stûnên bingehîn berçav werin girtin alfabe, gramer û ferheng. Ev her sê stûn gava temam bibe pêkhatina zimanê nivîskî çêdibe û zimanê nivîskî ser bingehekî xurt bi pêş dikeve.” Wî got.
Mamoste Farqînî di berdewamîya axaftina xwe de jî got ku ferheng jibo zimanan xezîne û çavkanîya peyvan e.
“Ferheng jibo standartekirina zimanan rolekî girîng jî dilîze. Herwiha di warê berbelavbûna zimanê nivîskî de û jibo bikarhênerin ziman hem di alîyê rast nivîs hem jî di alîyê wateyê de jî da ku ji heman pêyvê heman tiştê fêhm bikin girîng e.”
Zimanzan Farqînî dibêje ku zimanê Kurdî deryayeke û ew dibêje ku ku “Xebat, lêkolîn û berhevkirinên derbarê peyvan de her berdewam e jiber ku kapasîteya Kurdî pir berfirehtir e.” Wî got.
Li alîyekî din ve jî serokê Komela Lêkolînên Kurdî mamoste Eyyûp Subaşi jî destnîşan dike ku ev ferheng wê jibo kesên ku ser Kurdî di dixebitin bibe alîkar.
“Kesên ku lêkolînekê bikin an jî kesên ku pirtûk û romanekê kevn bixwînin û peyvên ku nezanin dikarin ku di vê ferhengê de peyda bikin. Herwiha ev ferheng jibo tomarkirin û arşîvkirina Kurdî jî gavekî mezin e.