Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 18an derket pêşberî xwendevanan. Kovara ku ji sala 2016an ve ji çar mehan carekê tê weşandin her hejmar cih dide dosyeyeke taybet û nivîsên têkildarî derûnnasiyê yên curbicur. Edîtoryaya kovarê di vê hejmara Psychology Kurdî ya nû de dîsa cih daye mijareke girîng ku navê dosyeyê "Têkilî û Malbat"ê. Ev hejmar bi gelek nivîs û gotarên curbicur ku li ser malbat û têkiliyan hatine nivîsîn derdikeve pêşberî me.
Di vê hejmara nû de naverok bi vî awayî ye:
Têkiliya Malbatî, Tendirustî û Trawmaya Nifşguhêzî: Jan Ilhan Kizilhan, Wergera ji Îngilîzî: Bilal Öztunç.
Şideta Nav Malbatê û Zarok: Gülperi Gündüz.
Ragihandina Navmalbatî û Serkeftina Dibistanê: Enver İleri.
Hevpeyvîn bi Sezai Halifeoğlu re: Wergera ji Tirkî: Aydin Rengîn.
Norobiyolojiya Evînê û Têkiliyên Nêz: Azad Dildar.
Hin Ponijîn li ser Malbatê: Yusuf Atabay.
Îstîsmara Hestî ya li Hember Zarokan: Siyabend Aslan.
Teoriya Girêdanê: Leyla Turhan.
Hevberdan û Bandora Wê li Zarokan: Fatma Zehra Gemi, Samed Doğan.
Tutumê Keye û Psikolojîyê Domanan: Erdal Gül.
Bandora Cureyên Malbatan li Şîzofreniyê û Şîroveyên Derbarê Nêzîkahîtêdanên Wê: Mehmet Ali Erol.
Ne/pêkaniya Herka Civakî di Romana Zadie Smithê ya bi Navê Diranên Spî de: Hoşeng Nizarî.
Stres: Hataw Ahmed Sharıf: Wergera ji Soranî: Mehmet Ali Erol.
Pirs û Bersiv bi Medenî Ferho re: Psychology Kurdî
Termên Derûnnasiyê: Psychology Kurdî.
Kovara ku di bin banê Avestayê de weşanê dike bi edîtoriya Abdulsittar Özmen, Siyabend Aslan, Samed Doğan, Leyla Turhan û Gülperî Gündüz ve tê birêvebirin.
Xwendevan dikarin hejmara nû ya Psychology Kurdî û hejmarên wê yên dîtir ji malpera www.avestakitap.com, ji malperên dîtir û ji pirtûkfiroşan peyda bikin.