Pirtûka “Mesûd Barzanî – Çîroka Çiyayekî Serbilind” derket

Pirtûka “Mesûd Barzanî – Çîroka Cebel Eşem” (Mesûd Barzanî - Çîroka Çiyayekî Serbilind) berhema herî dawî ya Dr. Eyûb Sabîr Gelalî ye ku bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin û ji aliyê Komîteya Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê ve hatiye çapkirin.
29.10.2024, Sal - 10:41
Pirtûka “Mesûd Barzanî – Çîroka Çiyayekî Serbilind” derket
Nuçe Belav bike

Ev pirtûk ji destpêkek, pênc beş, pêvekek û albûmek wêneyan pêk tê. Di beşa yekem de behsa Kurdan, çiya û raza jiyanê tê kirin. Beşa duyemîn jî nivîskar behsa Kurdan û Projeya Rojhilata Navîn a Mezin, pêkhateyên jeopolîtîk ên Kurdistanê û girîngiya wê ya li Rojhilata Navîn dike.

Di beşa sêyem a pirtûkê de, nivîskar behsa ramana dewleta neteweyî ji aliyê Mela Mistefa Barzanî ve dike û beşa çarem jî ku mijara sereke ye, behsa Serok Mesûd Barzanî û tevlîbûna wî di nav refên Pêşmerge de dike. Beşa pêncem û ya dawî jî ji bo referanduma serxwebûnê ye ku di 25ê Îlona 2017ê de hat encamdan û piraniya gelê Kurd dengê erê dabû.

Ev pirtûk dibe çavkaniyeke zanistî ji bo nasîna zêdetir kesayetiya Serok Barzanî, bi awayekî ku nivîskar di beşa pêncem de bal kişandiye ser wê yekê ku Serok Barzanî xwediyê taybetmendiyên serkirdeyekî karîzmatîk û serkirdayetiya guhertinxwaz e. Ango ew dikare celebên hêz, ezmûn, serokatî û kesayetiya lêveger di xwe de kom bike.

Nivîskar di beşa pêncem de, girîngiya felsefeya axa ji bo Serok Barzanî pêşkêş dike û piştre di beşa şeşan de behsa referandumê dike. Wî her du mijar bi hev re anîne ziman û di wê baweriyê de ye ku nêrîna Serok Barzanî ya li ser xakê, li ser esasê rûhî ye û wijdan û nirxên jiyanê yên mirovî derdixe holê, ku piştre ber bi helwêsteke mirovî ya bilind ve diçe û hêz û rûmet dide kesayetî û han dide ji bo pabendî welat û serweriya xak be û jê cuda nebe. 

Nivîskarê pirtûkê Dr. Eyûb Sabir Gelalî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Pirtûk di çend rojên bê de bi merasîmekê tê nasandin û naveroka wê ji amadevan û xwendevanan re tê pêşkêşkirin.”

Komîteya Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di sala 2014an de li ser pêşniyara Mesrûr Barzanî ji bo nasandin, komkirin, belgekirin û weşandina dîroka xebat û têkoşîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat avakirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 196 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:25:07