Rêvebirê Weşanxaneya Dozê û Endamê Desteya Rêveberiya Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (Kurd-Kav) Koroglu Karaaslan beşdarî bultena Nûroj a Rûdawê bû û derbarê pirsgirêkên weşanxaneyên Kurdî, belavkirinê pirtûkên Kurdî, rewşa zimanê Kurdî ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de nirxandinan kir.
Rêvebirê Weşanxaneya Dozê Koroglu Karaaslan diyar kir ku Kurd-Kav di sala 1992an de li Stenbolê bi tevkariya gelek Kurdên rewşenbîr, siyasetmedar, hunermendan hatiye damezirandin û got “Wê demê li Tirkiyê bi navê Kurd mimkun nebû ku dezgehek bê avakirin lê rêveberên dezgehê gelek hewl dan. Dadgeh û Dadgeha Bilin bi her wî navî bi navê Kurd yekem dezgeh e li Tirkiyê hatiye tescîlkirin. Di sala 1992an de me ser lê dabû, lê di sala 1996an de nêzikî 4-5 sal ew pêvajo domand, ew nav tescîl kiriye yanî wek Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî bi navê Kurd hatiye tescîlkirin. Ya giring ew e.”
Koroglu Karaaslan derbarê kar û xebatên Kurd Kavê de jî dibêje “Di nav kar û xebatan de ders û kursên zimanê Kurdî, xebatên ji bo çand û henerê, ger mecal hebin vekolînên li ser tarîxê û eger dîsa mecal hebe dana bûrsan ji bo xwendekaran û kar û tiştên wiha dike.”
Li ser astengiyên tomarkirina dezgeheke bi navê Kurd Karaaslan got “Sîstema serweriya Tirk bi navê Kurd hîç tiştekî qebûl nedikir. Kurdî wek zimanek qebûl nedikirin. Kurdan wek netewek qebûl nedikirin lê ji bo bidin qebûlkirin xebat ş çalakiyên Kurdan her dewam kirin.”
Li aliyê din derbarê Weşanxaneya Dozê de jî diyar kir ku Weşanxaneya Doz ne beşeke Kurd-Kavê ye, Doz bi serê xwe dezgeheke çapemeniyê ye û di sala 1989an de li Stenbolê hatiye damezirandin. Herwiha Karaaslin ani ziman ku Dozê bi weşandina pirtûkên pêwîst bo Kurd wek li ser ziman, dîrok û lêkolînên li ser dîroka Kurdî dest pê kiriye.
Rêvebirê Weşanxaneya Dozê Karaaslan bal kişand ser wê yekê ku armanca wan ne ew ku pirtûkên Kurdî vegerînin ser zimanê Tirkî û wiha berdewam kir “Armanca sereke kitêbên pewîst bo Kurd. Ew pirtûkên ku em çap dikin yan divê ziman bi Kurdî be, yan babet Kurd be. Heta niha me nêzikî 600 pirtûk çap kirine”
Derbarê pirtûkên ku hildibijêrin û zêdetir bala wan li serê ne Koroglu got “Di destpêka salên 90î de taybetî kîtêbên li ser ziman û gramera Kurdî bûn yanî kitêba Kamûran Bedirxan û Celadet Bedirxan ya gramera Kurdî, kitêbên li ser dîroka Kurdî gelek in. 600 kitêb helbet kêm nînin. Carna tercûme ji zimanên din dikin, roman, helbest, çîrok û her cûre kitêb çap dikin. kitêbên ku zêde daxwaz li serê hene, gelek kitêb hatine qedexekirin, wek kitêba Dr. Nûrî Dêrsîmî `Di Tarîxa Kurdistanê de Dêrsim`, Bîranînên Dr. Nûrî Dêrsimî, ev kitêb gelek hatin çapkirin, lê li Tirkiyê qedexe ne. Hê ji salên 90î qedexe kiribûn hê jê qedexe ne.”
Koroglu Karaaslan da zanîn ku projeyeke wan heye ku pirtûkên Serok Mesûd Barzanî wegerînin Tirkî û wiha dibêje “Barzanî û Rêbaza Rizgariya Kurdistanê ev kitêba cenabê Kek Mesûd e ki nivîsî ye. Sala 2005an de cîlda yekem me tercûme kir, du sal piştî wê me cîlda duyem jî çap kir îsal jî cîlda sêyam me tercûme û çap kir. Barzanî beşekî giring ê mêjûya dîroka Kurdistanê ya nêzik e. Û xelk helbet bi destê yekem, bi qelema yekem ew dîrokê meraq dike ka çi bûye, çi qewimiye. Bi rastî jî gelek pêşwazî lê hat kirin û belav bûn her du cîldên ewil û gelek hatin xwendin û tesîreke baş jî li ser xwînerên Bakur û heta Tirkan jî kir.”
Herwiha Karaaslan diyar kir ku herî zêde li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyê daxwaz li ser pirtûkên Serok Mesûd Barzanî yên ku ji aliyê Weşanxaneya Dozê ve tên wergerandin û çap kirin hene.
Rêvebirê Weşanxaneya Dozê Koroglu Karaaslan li ser asta xwedin û giringîdana bi zimanî Kurdî li Bakurê Kurdistanê jî dibêje “Mixabin giringîdan bo zimanê Kurdî bi awayek giştî gelek lawaz e. Lewre çendîn sal zimanê Kurdî xwendin û nivîsandin her qedexe ye. Axavtina zimanê Kurdî gelek berbelav e lê kesên bikaribin bixwînin gelek kêm in.”