Herêma Kurdistanê ji îro ve dest bi kirîna genim ji cotkaran dike

Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê yê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, îro sayloyên li Herêma Kurdistanê dest bi wergirtina genim ji cotkaran dikin.
25.05.2023, Per - 11:20
Herêma Kurdistanê ji îro ve dest bi kirîna genim ji cotkaran dike
Nuçe Belav bike

Rêveberê Giştî yê Bazirganî yê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Newzad Kamil ragihand, 40 milyar dînar li ser hesabê bankê yê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê hatiye zêdekirin, da piştî wergirtina genim bi çend rojan pere li ser cotkaran bê belavkirin.

Îsal ji bo her tonek genim 850 hezar dînar hatiye destnîşankirin, wate ji bo her kîloyeke genim 850 dînar. Hatiye ragihandin, piştî wergirtin û kirrînê jî dê pişkinîn bo kalîteya genim bê kirin.

Li gor Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îsal dê 375 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê bê wergirtin.

Bêgerd Talebanî: Diyarkirina rêjeya wergirtina genim ziyanê digihîne cotkaran

Wezîra Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di konferanseke rojnamvanî de ragihand, ji ber îsal li Herêma Kurdistanê asta baranbarînê baş bû, berhema genim ji salên bihorî baştir e.

Bêgerd Talebanî herwiha got, hikûmeta navendî bi diyarkirina rêjeya wergirtina genim ziyanê digihîne cotkarên Herêma Kurdistanê.

Sala bihorî li Herêma Kurdistanê 320 hezar ton genim û her tonek genim bi 850 hezar dînar ji cotkaran hatibû kirîn.

Tê texmînkirin ku îsal ji ber başbûna rêjeya barîna berf û baranê, berhema genim baştir be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1030 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:20:19