Şandeya ku ji 31 parêzgehan şirketên cuda di nav de ye, bi serokatiya Serokê Komîteya Têkiliyên Aboriya Derve ya Tirkiye-Îraqê (DEÎK) Halît Acar çû serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê.
Şandeyê li ser mijarên bazirganiyê yên dualî bi birêvebir û endamên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê re hevdîtinek kir.
Cîgirê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê Kameran Salih Bacgir di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Tirkiye ji bo Herêma Kurdistanê welatekî girîng û bibandor e û got:
“Di vê serdanê de me karsazên Tirkiyeyê teşwîq kirin ku di warên cuda de însiyatîvê bigirin.”
"Em her tim amade ne"
Bacgir diyar kir ku li Herêma Kurdistanê aramî heye û ev yek ji bo bazirganiyê faktoreke girîng e û anî ziman:
“Em her tim amade ne ku gavên bazirganiyê bavêjin.”
Serokê Komîteya Têkiliyên Aboriya Derve ya Tirkiye-Îraqê (DEÎK) Halît Acar jî destnîşan kir ku ew wekî şandeyeke ku kesên ji warên cuda yên bazirganiyê yên wekî veberhênan, xwirek û ajeldariyê tê de ne hatine vir û armanca serdanê jî bipêşxistina hevkariya aboriyê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de ye.
Acar bal kişand ser wê yekê ku ew dê li Hewlêrê bi karsazan re hevdîtinên dualî bikin û da zanîn:
“Niha di navbera me de bi qasî 20 milyar dolarî bazirgan tê kirin.
Armanca me ew e ku em vê mezintir bikin.”