Li Rojavayê Kurdistanê grev li dijî zêdekirina nirxê mazotê berdewam in

Nerazîbûn û xwepêşandanên xelkê navçeyên cuda ên Rojavayê Kurdistanê li dijî biryara zêdekirina nirxê sotemeniyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di roja xwe çaremîn de berdewam in.
21.09.2023, Per - 11:58
Li Rojavayê Kurdistanê grev li dijî zêdekirina nirxê mazotê berdewam in
Nuçe Belav bike

Îro 21ê Îlona 2023an, li bakarê Qamişlo û Amûdê welatî ji bo nîşandana nerazîbûna xwe daketin kolanan û daxwaz ji Rêveberiya Xweser kirin ku ji biryara xwe ya bilindkirina nirxê sotemeniyê vegere.

Zêdekirina nirxê mazotê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, bû sedema nerazîbûneke giştî ya berfireh li bajar û navçeyên yên Rojavayê Kurdistanê û xelkê dest grev û xwepêşandanên aştiyane kirine.

Buhayê lîtreyeke mazotê ya ku ji bo wesayîtên ku bi kartên taybet tê firotan ji 545 lîreyên Sûrî bo 2300 lîreyan hat bilindkirin ku her deh rojan carekê mafê her wesayitekê 50 lîtreyê dagire. Di heman demê de nirxê mazota li bazara reş ji 1700 lîreyê, derket 4600 lîreyên Sûrî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:43:22