Cihên bilind ên Erdexanê bi berfê spî bûn
Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê berf bariya û cihên bilind bi rengê spî xemilîn.
11.11.2023, Cts - 06:51
Li cihên bilind ên Erdexan-Şavşatê ku bajêr bi Herêma Derya Reş ve girê dide û ser rêya Badela-Duxur-Demalê berf bariya û her der bi rengê spî xemilî.
Tîmên pêwendîdar ji bo rêgiriya bûyerên trafîkê dest bi pakkirina rêyan kir.
Şofêrê barhilgirekê Selman Alma yê ku rêya Badela-Duxur û Demalê bi kar tîne diyar kir ku barîna berfê ji bo wan surprîz bû û got:
“Ez ji Azerbaycanê têm. Dema me dît berf dibare, em rawestiyan û me xwest em wêneyan bigirin. Dîmen xweşik e.”
AA
Vî nûçeyê tevayî: 882 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:12:22