Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, tê pêşbînîkirin ku îro li parêzgehên Amed, Êlih, Sêrt, Semsûr, Dîlok û Kilîsê baraneke gur bibare û ji welatiyan hat xwestin tedbîrên xwe bigirin.
Her wiha li gorî texmînan, dê li parêzgehên Erzirom, Qers, Wan û Meletiyê jî berf bibare û sibe jî berdewam bike.
Li aliyê din, li 6 parêzgehên Tirkiyeyê jî baran dibare û hişyarî hatiye dayîn ku pileya germê 2 heta 4 pileyan dadikeve û sir û seqem çêdibe.
Çend roj in li Herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê barîna berfê dest pê kiriye û li parêzgehên wekî Erzirom, Qers û Erdexanê berdewam e.