Sala 2022an li Hewlêrê bi 29 milyar dînar proje hatin cîbicîkirin

Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ragihand, di sala 2022an li parêzgeha Hewlêrê bi 29 milyar dînaran, proje hatine cîbicîkirin.
03.01.2023, Sal - 10:52
Sala 2022an li Hewlêrê bi 29 milyar dînar proje hatin cîbicîkirin
Nuçe Belav bike

Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê îro di daxuyaniyek de ragihand, 40 proje bi bûdceya %15 ji dahata şaredariya Hewlêrê û 37 proje jî bi bûdceya geşepêdana parêzgeha Hewlêrê hatine cîbicîkirin. Her wiha 3 proje li ser bûdceya %100 ya şaredariyê û 11 proje jî li ser pêşîneya dezgehan hatine cibicîkirin.

Destnîşan kir jî, projeya stratejî ya 150 metrî ya bazneyî ya Hewlêrê bi xerciya zêdetir ji 131 milyon dolar ji Hewlêr - Koyê heta Hewlêr - Şeqlawa û her wiha rêya Gopalê bi zêdetir ji 110 milyon dolar hatine cîbicîkirin.

Wezareta Şaredarî û Geştûguzar behsa wê jî kir, sala borî 7 hezar û 132 ton qîr ji bo çaksazkirin û asfaltkirina cadeyên Hewlêrê hatiye bikaranîn.

Derbarê projeyên keskkirina bajarê Hewlêrê de wezartê diyar kir, bi destê tîmên endezyariya parkan yên şaredariyê, zêdetirî 121 hezar dar û 182 hezar kulîlk hatin çandin. Vê yekê bandorek erênî li zêdekirina rêjeya keskiya bajêr kir ku niha gihîştiye %19.5, ligel dabînkirina jîngeheke pak.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 656 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:46:21