Keçek Kurd bû yekemîn firokevana hêla esmanî ya Iraqê

Keçeke Kurd ji bajarê Silêmaniyê weke firokevan li hêla esmanî ya Iraqê dest bi kar kir.
16.05.2017, Sal - 09:21
Keçek Kurd bû yekemîn firokevana hêla esmanî ya Iraqê
Nuçe Belav bike

Wertî Babekir temen 26 salî ji daniştûyên welatê Danîmarkê ye, eve çend salin li wî welatî beşê firokevanî bi dawî kiriye, berî du salan vegeraye Herêma Kurdistanê û di çend rojên borî de girêbestek li gel hêla esmanî ya Iraqê bo kar imzekir.

Li gor çavkaniyekê niha Wertî li bajarê Bexdayê girêbestek bo çend salan imzekir ku, weke yekemîn care li dîroka Iraqê û hêla esmanî yaw î welatî keçeke Kurd weke firokevan kar bike, geştên wê yên destpêkê jî dê li welatên Urdin, Lubnan û Misrê be.

Herwiha çavkaniyekê amaje bi wê yekê kir ku, karê firokevaniyê yê Wertî cihê şanaziyê ye bo Kurdistanê, tevî wê yekê jî medyayên Iraqê naxwazin giringiyê bi Werte weke keçeke Kurd bidin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1769 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:24:01