Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Kadastro û Tapoyê ya Wezareta Guherîna Keşûhewayê û Bajarvaniya Tirkiyê, di 6 mehên destpêkê yên îsal de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi giştî milyonek û 603 hezar û 664 xanûber hatine firotin.
Hatiye ragihandin ku ji firotina wan xaniyan derdora 18.5 milyar lîreyên Tirkî dahat hatiye bidestxistin.
Li gor heman amaran, di Hezîranê de 331 hezar û 693 xanûber li Tirkiyê hatine firotin. Ew hejmar di Gulanê de 276 hezar û 376 bû, wate di Hezîranê de li gor Gulanê firotina xaniyan ji sedî 20.01 zêde bûye.
Ji van xanûberên ku di 6 mehên destpêkê yên 2021ê de hatine firotin 708 hezar û 547 xanî û 274 hezar 500 erd in. Herwiha 430 hezar û 125 jê zevî, 75 hezar û 248 jî karegeh û yên mayî jî milkên din in.
Stenbol ku bajarê herî mezin ê Tirkiyê ye, bi firotina 216 hezar û 963 xanûberan di rêza yekem de ye. Li pey wê Enqere ya paytexat wî welatî bi firotina 110 hezar û 474 xanûber di rêza duyem de cigh digire.
Îzmîr bi firotina 89 hezar û 381 xanûber di rêza sêyem de û Antalya jî bi 67 hezar û 105 xanuber di rêza çaremîn de cih digire.