Hevpeyvîn: Kejê Bêmal
Ligel ku hin geşedanên bi hêvî çêbûne jî, wek milet em bi hemî gelê xwe ve, bi ciwanên xwe yên ku pêşeroja me ne, zimanê xwe, nasnameya xwe, karsazên xwe, burjuvaziya xwe, akademîsyenên xwe, hunermendên xwe, heta rêxistinên xwe yên sivîl û hinek rêxistinên xwe yên siyasî ve em hîn jî ji statuya mêtingehiyê xilas nebûne û çi maddî çi manewî, bişev û roj em bi hêsankirina karê dagîrkerê xwe mijûl in.
Cîhan ku diguhere, hevsengiyên siyasî yên diguherin, avhewaya diguhere, bandora xwe li ser welat û pêşeroja me jî dikin. Zimanê me yê dayikê yê ku hîn jî nebûye zimanê perwerdehiyê, li ber çavên me ji me dûr dikeve û ber bi windabûnê ve diçe. Lê em hîn jî weke di xewneke xirab de bin, an jî mîna ku em ji mêraniyê ketibin, weke eşkere mêjiyê me sekinî be, em diranên sîstema tewleta dagîrker yên ku me girtine nav xwe û perçe dikin rûn dikin û tûj dikin.
Ji bilî rizgarbûna ji statuya kolonyalîzmê, diyarkirina çarenûsa xwe û rê xweşkirina ji bo vê armancê, her cure ajandayên me yên bikêrî me nayên hene.
Mîna ku ev felaket bi serê miletekî din de tên jî, em him nehestiyar û hem jî xemsar in. Heke ku meziyeteke neteweya ku me daye pey, em bûne dûvê wê hebûna, yan cîhek wê li dinyayê, karakterek, dîrokek wê ya kûr, demokrasî, dadmendî û aboriyeke wê ya hêja hebûna jî wê dilê meriv ne têşiya!
Wel hasil.. Ev xebat ji bo lêpirsîna “Gelo ji bo Kurd ji statûya kolonyal rizgar bibin û statuya xwe bi xwe diyar bikin, çi rê û rêbaz dikarin bên ceribandin? Aya em dikarin têkiliyên xwe yên ramanî, hestyarî, civakî û aborî ji dagirkeran qut bikin û bizîvirênin nava xwe?” hatiye amade kirin.
• Di her warê jiyanê de, di warê rewşenbîrî, civakî, siyasî, aborî, siyasî, çandî, zimanî, nasnameyî de, ma mimkun e ku meriv vegere dînamîkên xwe? Heke bersiv erê be, şert û mercên wê çi ne?
• Hunermend, akademîsyen, karsaz, karmend, rêxistinên civata sivîl - RCS û yên xwedî nasnameya kurdî ku çibigre lokomotîfa Tirkiyeyê ne, divê li ser kîjan rêyê bimeşin?
• Diyasporaya kurdî dikare beşdariyeke çawa di vî warî de bike?
• Gelo meriv dikara çîna bûrjûwazî ya kurd pêş bixe û wê bixe nav refên têkoşîna rizgariya netewî?
• Xortên Kurd li şûna ku li çopê dewleta kolonyalîst a ku bi zehmetî li ser piyan maye, hilweşîyaye û li her derê bêhna pîs belav dike bigerin çawa dikarin li cîhanê entegre bibin; ji bo azadkirina welatê xwe şer bikin, nasname, ziman û kesayeta xwe biparêzin?
Bi vê perspektîfê kesayetiyên Kurd ên ji gelek warên cihê ku di karûbarên xwe de serketinên curbecur, bêyî ku ji kesayeta xwe ya Kurd û Kurdistanî tawîz bidin bi dest xistine û li ber xwe dane hatin hilbijartin.
Hêvîdar im ku ew ê tevkariya wan di têkoşîna ji bo bi zûtirîn dem azadbûna welatê me de hebe û di encamê de lêkolînek ku pêşengiya ciwanên Kurd bike derkeve holê.
Mêvanê yekem ê vê rêzehevpeyvînê Faysal Taşkıran e.
Li gel serketinên wî yên di jiyana wî ya takekesî de, bi beşdariya xwe ya di têkoşîna azadiya gelê kurd de, bi welatparêzî, bi renc û ciwamêriya xwe di cîhana min de jî ciyekî wî yê taybetî heye, kekê min.
Ka em ji wî guhdarî bikin.
- Çîroka te ji ku dest pê dike?
- Ez bi eslê xwe li Meşkînan a Dêrikê çîyayê mazî ya Mêrdînê hatime dinê.
Dema ez du-sê salî bûm bapîrê min li gel vavê min ji nişka ve biryar dan ku em mala xwe bibin Diyarbekirê / Amedê. Û me çend eşyayên mala xwe li kamyonekê bar kirin, birin li binê dîwarê Kelê, li hemberî Navenda tenduristiyê ya li Deriyê Mêrdînê danîn. Hema wiha bi lez û bez.
Ne malek kirê kiribûn ne jî planên wan ên ku dê çi karî bikin hebûn. Dema ku ez dibêjim eşya, mebesta min çend nivîn, doşek, lihêf, fraqên xwarinê û hwd.
Dema em li li ber dîwêr li ber eşyayên xwe radiwestin, bavê min û kalikê min diçin li xaniyekî kirê digerin. Mala ku lê digerin, bibînin û jiyana me ya li Amedê dest pê dike.
Wê demê bavê min dibistana seretayî qedandibû û bêkar bû. Dest pe dike di karên karên rojane dike û piştî ku dibistana navîn diqedîne, li Navenda tenduristiyê ya Deriyê Mêrdînê dest bi kar dike. Bi ber karê xwe re, êvaran jî li lîseya bazirganiyê dixwîne, fêrî nivîsandina daktîloyê ya bi deh tiliyan dibe. Xîreta bavê min a kar, bala rêveberên Navenda tenduristiyê dikşîne. Di wê navê de dema li bajarokê Hênê pêdiviya sekreteriyê çêdibe, ji bavê min re dibêjin biçe, bavê min qebûl dike û em diçin Hênê li wir bicîh dibin.
- Wê çaxê, xebatkarî û hewldana te ya serketinê ji bavê te ji te re maye?
- Bawer bike Keje, ger şert û mercên bavê min ên wê demê destûr bidana, dê zanîngeh bixwenda. Mirovekî zîrek û xebatkar bû.
- Rewşa te ya perwerdeyî çi ye?
- Ji ber ku bavê min girîngiyeke mezin dide xwendinê, min li Amedê dest bi dibistana seretayî kir, li Hênê berdewam kir û piştre ji ber ku em hatin li Çinarê bicîh bûn min li wir qedand. Dibistana navîn jî.
Di vê navberê de birayê min ê mezin ê ku terzî bû, li Çinarê dikaneke terzîtiyê vekir. Ez serê sibê diçûm dibistanê û piştî nîvro dihatim terzîxanê, min alîkariya birayê xwe dikir. Ango min ji dibistana seretayî de dest bi karê terzîtiyê kir. Min lîse li Dibistana pîşeyî ya Amedê xwend. Her bi vî awayî, di dema xwe ya vala ya dibistanê de min bi birayê xwe re kar berdewam kir.
- Çima dibistana pîşeyî?
-Bêguman dibistana pîşeyî ji bo min hilbijartineke nebaş bû û heta wê demê jî ez bi îmtîhanekê ketim vê dibistanê.
Bêtir meyla min li ser warê zanistî bû û ez di vî warî de serketî bûm, lê ji ber pirsgirêkên aborî yên malbatî, wan xwest ku ez bi zûtirîn demê bibim xwedî pîşeyekî û alîkariya bûdceya malbatê bikim.
Tevî ku pîşeyê min ê terzîtyê jî hebû.
- Û pêvajoya Diyarbekirê bi lîseyê dest pê kir?
- Erê. Me terzîxane bar kir navçeya Diyarbekirê, Ofîsê. Min lîse, piştî dibistanê bi çûyîna terzîxanê qedand.
Wê demê birayê min dev ji terzîtiyê berda û min dikan bi rê ve bir.
- Di temenekî wiha biçûk de ne zor bû?
- Çawa ne zor bû? Ez 17 salî bûm. Gava ku xerîdar dihatin û xortekî piçûk dîtin, gelek caran bawer nedikirin. Bi rastî ez qet ji bîr nakim, rojekê mişterek hat û li kardêr, ango patron pirsî. Gava ku min got, kerem bike, ez im. “Keniya” got ez ê paşê bêm.
Dû re gava karê min dîtin, heyran man û hev agahdar kirin. Salek wiha derbas bû, wê salê ji ber karê xwe, min nekarî bikevim zanîngehê.
Di sala duyemîn jî ez ji ser makînê rabûm, bêyî ku xwe amade bikim çûm ketim îmtîhanê û min mafê xwendina beşê Mamostetiya Fizîkê yê Fakulteya Perwerde ya Zanîngeha Dîcleyê bidest xist.
Heta nîvê salê min him zanîngeh him terzîxane bi hev re bi rê ve bir. Di heyama duyemîn de, ji ber ku êdî ev ne minkun bû, min dikan terzîtiyê girt.
Heta nîvê salê min him zanîngeh him terzîxane bi hev re bi rê ve bir. Di heyama duyemîn de, ji ber ku êdî ev ne minkun bû, min dikan terzîtiyê girt.
Lê ji ber ku diviyabû min dibistana xwe fînanse bikira, di dema xwe ya vala û dawiya hefteyê de ez li gel hevalê xwe Tayyîp Kondu yê ku min pir jê hez dikir û piştre bibirîndarî hate girtin û bi îşkencê hate kuştin xebitîm û min zanîngehê qedand.
- Hûn kengê bi doza azadiya Kurdistanê hesiyan? Li zanîngehê?
- Ax Keje, binêre, ev der pir balkêş e.
Balkêş e, ji ber ku wê demê terzîxane wekî navendên rêxistinî dixebitîn.
Gelek kesayetên siyasî yên wê demê terzî bûn. Wek hûn jî dizanin şaredarê wê demê yê Amedê, Mehdî Zana jî pîşedarê me, ango terzî bû.
Bi taybetî jî terzî Niyazî hebû; Yek ji pêşengên tevgera siyasî ya Kurdî li Amedê bû.
Hem terziyê herî baş bû ku ji bo qada bilind a nişteciyên Amedê kar dikir, hem jî siyasetmedar bû. Me terziyan wê demê jê re digot “Pîrê terziyan”.
Birayê min û kurê metika min merivên siyasî bûn, ez dikarim bibêjim ku terzîxaneya me ya wê demê ku li Ofîsê bû, cihê hevdîtnên kekên me yên ku tevgera azadiya Kurdî birêvedibirin bû. Emanetên xwe dihiştin, agahdarî digirtin û meriv bi rêxistin dikirin.
Hinekî jî wan ew weke binkeyekê bikar dianîn. Min rehmetî Tayyîp Kondu û kekên xwe yên din li wir nas kirin. Bi gotineke din, ez ji dema dibistana navîn û heta niha ji aliyê kekên xwe yên siyasî yên herî saxlem ve li terzîxaneya me ya Çinarê hatim birêxistin kirin. (Pêkenîn)
- Paşê?
- Paşê dibistan qediya. Tayina min derket gundekî Amasyayê.
Min 15 mehan li lîseyê mamostetiya fîzîkê kir.
Birayê min ji ber sedemên ewleyiyê çûbû derveyî welat. Piştî derbeyê zextên giran dewam dikirin. Bajarê ku ez lê bûm, rêveberiya dibistana ku min lê ders dida û mirovên li wir hemî paşverû û faşîst bûn.
Piştî demekê, ez tê gihîştim ku rê li min teng dibe, û gava ku ez têgihîştim ku ji ber nasnameya min pirsgirêkên dikarin ji min re derkevin holê, min biryar da ku de ji mamostetiyê berdim biçim Fransayê, cem birayê xwe.
- Bextê reş ê Kurdan. Lê mixabin vê dewletê herdem ji xwe re riyek dîtiye ku zarokên me yên xwende her tim telef bike.
Ka em behsa rojên we yên li Fransayê bikin...
Faysal Taşkıran li wir çi dike? Hêviya wî heye gelo? Şaş, matmayî yan xemgîn e?
- Sirgunî bê hêvî ye Keje Xan.
Şert û merc çi dibin bila bibin, tu bixemgîniyeke mezin dest bi çîroka xwe dikî.
Pirê caran, tu li welatek biyanî ku tu di derheqê wî de tiştekî nizanî yan pir hindik tiştan dizanî dest bi jiyaneke ku ji sifirê dest pê dike dikî.
Jiyaneke ku tu ziman, çand û kolanên wê nizanî, ji nişka ve we wek destên ahtepotê te himbêz dike.
Gava ku tu li paş xwe dinêrî, derfeta te tune ku tu bibêjî, "Min ji vê derê hez nekir, dijwar e, ez ê bisernekevim" ji ber ku cîhekî ku tu vegerî tuneye êdî.
Tu çiqasî zû entegre bibî, tu yê ewqas kêm êş û cefayê bikişînî.
Tu çiqas hişê xwe mijûl bikî, ew ê ew çend kêm tişt bêne bîra te û tu yê kêmtir bêriya paşerojê bikî.
Ji ber vê yekê salên pêşîn ên sirgûnê bi şerekî dijwar ê adaptasyonê derbas dibin.
Tevî ku kekê min berê çûbû wir û bi nîzameke hazir pêşwaziya min kir jî, di destpêkê de min gelek êş kişand.
Tu nikarî zehmetî û azarên zarokên Kurd ên ku bê nîzam û bê hazirî naçar mane birevin xeyal jî bikî. Fîlm ji serpêhatiyên wan pêk tên. Gelek caran heşt-neh kes mecbûr mane di odeyekê de bimînin. Ew bi xwe jî dibêjin ku li rawestgehên metroyê bi kesên bêmal re razane.
- Yanî çîrokên Kurdan ên ku agir berdidin dilê meriv li wir jî didom. Paşê te çi kir?
- Min daxwaza penaberiyê kir. Di destê min de pîşeya mina bitenê ya ku li wir jî derbas dibû dîsa terzîtî bû û min dest bi terzîtiyê kir.
Bera di navbera me de be, ez bextewer bûm ku dîsa vegeriyabûm pîşeyê xwe. Min li navçeya Sentier a Parîsê di atolyeyan de dest bi xebatê kir.
Piştî ku salekê xebitîm, ez çûm Îngilîstanê da ku hînî zimanê Îngilîzî bibim.
- Ji bo çi pêdiviya te bi ingilîzî hebû?
Kejêya delal, min û her kurdekî ku wê demê çûbû derveyê welat, me bawer dikir ku em ê di nava çend salan de vegerin welatê xwe. Vê pêvajoya hovane dê wiha berdewam nekira û dê bi dawî bihata û em ê hemî vegeriyana welatê xwe û me yê ji cihê ku em lê mabûn dewam bikira. Heta me welatê xwe azad bikira me yê têkoşîna xwe bidomanda. Ji ber vê yekê di dema sirgûna xwe ya mecbûrî de min biryar da ku heta ji destê min bê di warê perwerdeyê de xwe pêş bixim, û hemî derfetên xwe bikar bînim ku vê sirgûnê veguhêzim avantajê.
Wek hûn jî dizanin, Îngilîzî zimanê hevpar ê cîhanê ye.
Piştî ku min çend salan li Îngilîstanê ziman xwend, ez di sala 1992yê de, bi baweriya ku guhertinên “pozitif” çêbûne ez vegeriyam welêt.
Lê min dît ku her tişt ji dema ku ez ji welêt derketim xerabtir bûye. Ez dîsa vegeriyam Îngilîstanê û heta sala 1995an ez li wir mam. Dema ku hêviya min a vegerê nema, ez tê gihîştim ku divê ez jiyana xwe li Ewropayê rêk bixim.
Madem ez ê êdî li vir bijiyama, cihê herî guncaw ji bo min Parîs bû.
Ez vegeriyam Parîsê û di şirketeke navdar a cîhanê de min dest bi terzîtiyê kir.
- Yanî bi vê vegera te re, rapelikîna kariyera te jî dest pê kir.
Erê. Ji xwe li Londrayê jî ez terzîtiyê dûr neketibûm.
Ji ber vê yekê, bi perwerdeya ziman a ku min li wir girt û bi referansên serkeftina pîşeyî, ez bûm bêrpirsê hilberîna derveyî welêt a şîrketeke navdar.
Ez bi jina xwe ya ku akademisyen e re zewicîm.
Du zarokên çêbûn, ya mezin keç û yê biçûk jî kur e.
Hêdî hêdî, min xebata xwe ya bi dêwên modayê yên cîhanî re domand.
Di vê navberê de zarok mezin bûn.
Keça min Solîn li "Université Paris 1 Panthéon Sorbonne" û kurê min Kevan li "Université Paris Descartes", fakulteya bijîjkiyê ya herî navdar li Fransayê, dixwîne.
- Serokê juriya Festîvala Fîlman a Cannesê ya 2024ê ji di nav de, keda te di kincên gelek stêrkên cîhanî yên ku gellekî bahsa wan hatiye kirin de heye.
Me li gel hemî cîhanê bi kêfxweşî û bi serbilindî li erhemên serdema te ya hostetiyê we temaşe kir.
Cil û bergên ku we amade kiribûn çend caran bûn bergê kovarên modayê yên navdar.
Bi taybetî di wê Met Galayê de, çakêtê qedife yê sor ê li Tom Ford, bi rojan di çapemenîya magazînî ya cîhanê de deng veda, ewqas ku me nedikarî çavên xwe jê nedibûn.
Spas ji bo ked, xebat û hostatiya we.
- Kejêya delal, binêre, çîrokek balkêş ya wî çakêtê sor heye. Ez nikarim li vir bêyî ku wê rave bikim derbas bim.
Di dema dirûtina çakêtê de, bestik xweşik nehatibû bicîh kirin û diviyabû bihata guhertin. Her wiha çewtiyek eşkere di ciyê qûlpikê de hatibû kirin, ku kesê ku li xwe dikir an jî ji derve de dinêrî nedidît, lê ku çavê hosteyan pê biketa wê yekser bidîtana. Ji ber ku ji bo rastkirina vê kêmasiyê dem jî kêm bû, li hundurê kargehê herkes şerpeze bûbû.
Ew tê gihîştibûn ku yê karibe di demeke wiha kurt de vê şaşiyê rast bike, Şefê beşa VIPê Feysel e, ji bo wê bi rica û minet anîn danîn ber min.
Rastkirina xeletiyên li ser qumaşê ku rastkirina wî pir dijwar bû (qumaş qedîfe bû û dirûtina qedîfe pir dijwar e) ez gelekî aciz kirim.
Min dikaribû ew rast bikira, lê hem dem û hem jî hewil dixwest. Û bi rastî, min jî qet hewes nedikir.
Tam gava ku min dixwest bibêjim "Ez nikarim çêbikim, wextê min tuneye," xwişkeke min a ku ez pir jê hez dikim li min geriya.
Dema ku wê pirsî çima tu xemgîn bûyî, min rewş jê re şirove kir. Piştî ku bi baldarî guhdarî kir, wî got: "Kekê Feysel, tu dizanî, min zewacek pir nebaş kir ku deh salên dawîn yê jiyana min pê re derbas bûn. Her ku wext di ser re derbas dibe jî ez bêhêvî dibim ku ev xeletî were rast kirin. He tu şaşiyên di wî çakêtî de rast bikî, wê hêviya min a ku xeletiyên min jî bên serastkirin zêdetir bibe. Niha divê em hostetiya te bibînin. "Heke tu karibî rast bikî, ez ê jî bikim, ez soz didim te”, got.
Hêstir ji çavên min hatin. Tiştê ku di destê min de bû êdî ne çakêt bû, lê bersiva pirsa ku gelo rêyek ji bo telafîkirina xeletiyên ku em hemî, bi zanebûn an jî nezanî dikin heye yan tuneye bû.
Bêtir jî min ji bo xwişka xwe ev kar girte ser xwe.
Û ez bi dirêjiya şevê xebitîm, min ew rast kir qedand. Min ew gîhant şeva THE MET GALA ya 6ê Gulanê ya 2024-ê.
Me encama ku dixwest bi zêdeyî bi dest xist.
Tom Ford bi çakêtê xwe yê qedîfe yê sor wek mêrê herî çeleng ê şevê hat hilbijartin.
Ez kêfxweş bûm ku min soza dabû xwiha xwe girtibû û hêviya wê jî geştir kiribû!
- Û çakêtê sor yê Tom Ford, ku li seranserê cîhanê bû manşet derket holê.
Dema ku min nêrî, min mexlûqek jîndar dît, ne çakêt.
Gava ku min jî lê nêrîbû min ne çakêt lê rihberekî zindî dîtibû.
Mana xwe ez ne weritî me. Çîrokeke wî ya newaze hebûye.
Wê demê divê tu kes ji me ji xeletiyan netirse. Li dinyayê şaşîtiyeke ku neyê rast kirin tune.
Bitenê divê çavê meriv ji nû ve avakirina di destêk kesê hoste de bibire.
De ka em bên ser Şeraba Kurdistanê, ya ku bi navê xwe dilê me hemiyan dihejîne û di dilê me de gişan de cîh girtiye.
Ji ku hat bîra we ku hûn têkevin nav karê şerabê?
- Serdema pandemiyê mîna her sektorî, derba xwe modayê jî xist.
Hilberîn rawestiya û tazmînatên me hemiyan dan û tevî ku em nexebitin jî meaş dan û em dan rawestandin.
Ji ber ku ez nikaribûm bêhilberandina tiştekî rawestim, di wan mercan de li malê hewesa min çû ser e-bazirganiyê. Min di wî warî de formasyonek kir. Di vê demê de mamosteyekî me bazirganiya şerabê dikir. Vê yekê bala min jî kişand.
Navê Kurdistanê wek me hemiyan her tim di dil û mêjiyê min de bû.
Dema ku ez bi vî karî mijûl dibûm, ez pê hesiyam ku goşiyê tirî dişibe nexşeya yekbûyî ya Kurdistanê, ku xeyala me hemî Kurdan e. Di wê navê de fikra logoya ku ez ê bikar bînim di hişê min de zelal bû.
Min valahiyeke bazarê jî di vî warî de dît.
Markayeke şerabê ya Kurdan tune bû. Ji ber vê yekê ez fikirîm, min got çima na? Û min lêkolîna xwe kûrtir kir.
Ji ber ku wê navê wê bibûna Kurdistan, min got şeraba sifrê ya erzan a ku li marketên piçûk tê firotin wê ne li gorî wê be, loma min peymanek bi Château Trois Fonds re, ku li Fransayê ye rezekî navdar ê şerabê ye re çêkir.
Di encamê de şeraba Kurdistanê, ku hem bi kalîteya xwe û hem jî bi navê xwe kelecanê bi me hemiyan re çêdike derket holê.
Armanc ew bû ku şerabeke bi kalîte pêşkêşî kurdên dîasporayê bikim.
Li şûna kirîna keteber a şerabê ji supermarketan şerabek taybetî pêşkêş dikim.
Gotinek bi fransî heye ku ez pir jê hez dikim: "Rien n'est trop beau pour toi”, min ew guherand kir “Rien n'est trop beau pour les Kurdes”….
“Kurd layiqî her tiştê herî baş in”.
- Brawo! Birastî jî wiha ye û dê wiha jî be.
Girseya di hedefa we de kîjan bû? Ji ber ku diyar e hûn nikarin vê şerabê li Tirkiyeyê bifiroşin.
- Kurdên diyaspora li Ewropayê.
Û Ewropiyên ku vexwarina şeraba xweş tercîh dikin.
Lê berî her tiştî armanc ew e ku navê Kurdistanê di bazara şeraba Ewropayê de xuya bike.
Bi rastî, Tirkiye min eleqedar nake. Ji ber ku heke şansê min hebûya ku ez wê bifroşim jî, ew welat qet nebû armaca min.
Lê helbet firotina li Bakurê welêt ê serbixwe, ku ji statuya mêtingehiyê rizgar bûbe, her tim xeyala min a herî mezin e.
Bi rastî yek ji armanca min jî ew e ku ev şerab li çar parçeyan bikeve mala her kurdekî.
- Armanca xweş a şeraba pir xweş. (Pêkenîn)
Weke ku em ji çîroka we ya şexsî jî tê dighên, Kurdan piştî demekê sirgûniya bi zorê jî kirine avantaj.
Hûn dikarin li ser rewşa giştî ya dîasporaya kurdî ya niha hin agahiyan bidin me?
Di afirandina çîna bûrjûwaziya kurd de, dîaspora jî tê de şansên me yê îro çi ye?
- Binere Kejêya delal, te guh da destpêka çîroka min û xala ku îro ew gihîştiye.
Ez weke "kurê sirgûnê siyasî yê Rençber Memedê” ku ji gundê xwe hatibû bi çend eşyayên xwe ve li bin sûrên bajêr daketibû hatim Fransayê. Min ji bavê xwe re terziyekî ku di pîşeyê xwe de zîrwe dîtiye, xwendekarekî bijîjkiyê ku li yek ji zanîngehên navdar ên li Fransayê dixwîn û xwendekareke niha li Spanyayê di çarçoveya Erasmusê de dersên hiqûqê werdigre û li Zanîngeha Parîs Sorbonnê dixwîne du nevî diyarî kirine.
Nifş hatiye guhertin. Koçberiyên aborî hatine guhertin, adet hatine guhertin.
Tiştê bitenê yê ku naguhere evîna me ya ji bo welatê me û hesreta me ya ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe ye.
Berî niha bi çendakî, gava kurê min Kevan wêneyekî xwe yê bi tîşortekî ku li ser “Yan Kurdistan yan Neman” dinivîsî, li anfiyeke fakûlteya bijîjkiyê ders dida xwendekarên piştî xwe ji min re şand, min hêstirên xwe nikaribû bigirta.
Hezkirina welatê me Kurdistanê ya di dilê kurê min Kevan de, bi kê re bizewice bera bizewice, ihtimaleke mezin dê derbasî neviyê min ê ji bavê xwe ye doktor hatiye dinyayê jî bibe.
Ji bo Komara Tirkiyeyê hêsan bû ku mamosteyê Kurd, Feysal ji Merzifonê derxe, em ê binerin gava ku neviyê min ê essil Kurd ê welatiyê Fransa jê hisab pirsî wê çi bike?
Di vê çerçoveyê de, zû yan dereng, ew ê miheqeq bi xirabî û hovîtiya ku kirine re di encamê de rûbirû bibin. Û erê, wê rojê dê bûrjûwazî û sermayeya kurd jî bi vê kronolojiyê bi awayekî rêkûpêk li hemberî wan raweste. Bi ser de jî, wê bi nasnameya xwe ya welatiyeke cîhanî rawest e. Ev yek em bixwazin nexwazin dê ji ber xwezaya tiştî bibe! Min ev yek her tim gotiye.
Du tişt ku Kurdên li dîasporayê dikarin bikin hene.
Ew ê yan bixwînin di warê akademîk de pêş bikevin, yan jî dê karsaziyekê ava bikin û sermayeyê komî ser hev bikin û di cîhana karsaziyê de cîhekî birûmet bidest bixin.
Û bawer bikin kurd di vî warî de ji miletên din gelekî pêşketîtir in.
- Ev hêviyê dide meriv…
Baş e, gelo beşdarbûn diasporaya kurdî ya di têkoşîna azadiya Kurdî ya îro de û xebatên wê yên xwe birêxistinkirinê têr dikin?
- Kejêya delal, dema ku dewletên neteweyî ava dibûn gelê Kurdistanê ji ber sedemên tên zanîn şensê xwe yê dewletbûnê wenda kir û di nav çar dewletan de hate parvekirin. Kevneşopiya serîhildanê ya gelê kurd a li hemberî vê yekê di van 40 salên dawîn de tiştekî ku li beşên din pêk nehatibû hat serê Kurdên Bakur.
Rêxistina ku gelek welatparêzan bawer dikir ku ji bo azadiya wan têdikoşe û ketin nav refên wê û her tişt dan, têkoşîna azadiya Kurdî li her derê cîhanê terorîze kir.
Ji vê rewşê dîasporaya kurdî jî bi karsaz, sazî û hemû şexsiyetên xwe ve para xwe girt.
Bi rastî jî, di destpêkê de, diyasporaya kurdî ji dil û can hewl dida ku alîkarîyê bike.
Bêyî ku bifikire niyeta xwe baş a rêxistina ku serkêşî dikir bide ber lêpirsînê, bi awayekî aktîf hemî kes û saziyan piştgirî dan wê.
Bifikirin heta di şevên hin saziyan de jinan bazinên xwe ji destên xwe derdixistin û didan rêxistina ku wan bawer dikir ji bo têkoşîna azadiya Kurdî dixebite.
Zarokên xwe, canên xwe, gundên xwe, zeviyên xwe, bi kurtî her tiştê xwe dan.
Heya ku pêvajo dirêj bû û pîsiya bin berfê derket, ku ev jî êdî xala şikestinê bû.
Rêxistina ku di encamê de xwe li hemî Ewropayê weke 'Terorîst' îlan kir, ji ber ku bi zanebûn girse ber bi siyaseta şaş ve ajot hêz û enerjiya Dîasporayê mêt di nava gel de bêhêvîtiyeke mezin derxist.
Van hemî bûyerên ku pêk hatin derbên giran li piştgiriya Ewropa ya ji bo Kurdan dan.
Yanî heta radeyekê weke hemî saziyên Kurdistanî yên li Bakur, li dîaspora jî hat quraftin û ber bi kaosê ve hate şandin.
Bi vî awayî, hewl hate dayin ku yek ji damarên sereke yên ku dê têkoşîna azadiyê ya Kurdan xwedî bikira bê jê kirin û avêtin.
Di van deh salên dawî de me zerara vê yekê bi zelalî dît, lê tevî vê yekê jî, hîn saziyên me yên ku pir baş dixebitin, karsazên welatparêz ên ku sermayek cidî di destên wan de heye, û dîasporayek ku ji ciyê hatiye birîn ji nû ve geş dibe hene.
Her wiha saziyên me yên bêyî ku hilweşin û bêhna nexweş bidin xwe gihandine îro hene.
Wek mînak Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ku ez jî endamê beşa çandî me, yek ji wan e.
- Bi min jî yek ji wan saziyên Kurdistanî ye, ku ez jî pir giringî û qîmetê didimê, bi salan e hemî xebatên wê bi heyranî dişopînim, her çend piştî mirina Madam Mitterand hêdî bûbe jî bi berdewamî xebata xwe dimeşîne, û ez bawer dikikm dê di vê pêvajoyê de dîsa geş bibe. Ka em hinekî xebata wê ji te guhdarî bikin?
- Enstîtu bi piranî xebatên çandî dike.
Semînerên li ser siyaseta kurdî organîze dike.
Her wiha weke navberkar ji dewleta Fransayê bursa master û doktorayê ji bo xwendekarên kurd peyda dike.
Saziyeke kurdî ya gelêrî ye ku li Ewropayê pir rûmeta wê heye û populer e.
Kîjan gava ku buyerekê peyvendiya wê bi Kurdan hebe pêk bê, Ensîtuya kurdî yekem cihê ku saziyên Fransî serî lê didin.
Serokê Enstîtuyê Kendal Nezan di warê dîplomasî û ragihandinê entelektuelekî pir jêhatî ye.
Beşdarî û xebatên girîng ên birêz Nezan, Enstîtu li Fransayê kirine yek ji saziyên herî bi prestîj.
- Hêvîdar im ew bi dirêjiya salên bi heman prestîjê bixebitin.
Peywendiya di navbera karsazên kurd ên li dîasporayê de çawa ye birêz Feysel?
- Bi rastî, Kejêya delal, ez di wê baweriyê de me ku her çend karsazên neteweya kurd li cîhanê xwediyê sermayek berçav in jî, kanaleke wan a ragihandina ya saxlem bi hev re nîne.
Ev pêvajo niha ji bo ku bi hev re têkiliyê dênin û bi hev re tevbigerin pir guncaw e.
Bi vê bîr û baweriyê min li ser LinkedIn komeke bi navê 4K (4Kurds) ava kiriye.
Kom di rûpela xwe de armanca xwe bi çar zimanan bi kurtayî wiha rave dike: "Armanca 4 kurds ew e ku karsaz, rêvebir, akademîsyen û teknîkerên kurd ên ji çar aliyê cîhanê li cihekî bicivîne."
Platformek e, ku karsazên û welatparêz kurd dikarin li ser bi hev re danûstandinê, kirîn û frotinê bikin. Pargîdaniyên ku bi milyonan dolar hatiniya wan heye dikarin di warê dabînkirina karmend û madeyên xam de bi miletê xwe re hevkariyê bikin û ji bo peydakirina pêdiviyên xwe alîkariya hev bikin.
Ez lînkê datînim jêr:
https://www.linkedin.com/groups/12535377
Ez hêvî dikim ku ew bi vê girêdanê û lêkolînên mîna wê li çaraliyê cîhanê hevûdu bibînin, û vê prosesa lêgerînê li hemî warên bazirganî û jiyanê bi riya rêxistinên cihêreng berfireh û belav bikin.
- Birêz Feysel, ciwanên kurd ên bakurî, tevî hemî zehmetiyan, astengên li ber hemî perwerde û derfeta wekheviyê û zimanê dayikê, van salên dawîn bi kêmbûna çûyina ser çiyan dest bi ketina beşên girîng ên zanîngehan kirin û ji wan derdiçin.
Wek hûn jî dizanin Tirkiye di warê siyasî, civakî, tenduristî, edalet, perwerde, demokrasî û aborî de li dinyayê welatekî pir bêrûmet e.
Heta di demokrasiyê de ji welatên cîhana sêyem jî paşdetir e.
Lê di heman demê de ew jî dagirkerê Bakurê Kurdistanê ye.
Û ji ber ku welatê me hîn ji statûya xwe ya kolonyalîst rizgar û serbixwe nebûye, ciwanên kurd ji bo ji xwe re di vî sergoyî de cihekê peyda bikin diqepiçin.
Piştî ku fakulteyên xwe diqedînin dikevin ezmûneke din, di vê ezmûnê ango imtihanê de jî gelek caran bi hinceta ku kurd in an jî di malbata wan de kesayetên siyasî hene tên astengkirin, yên ku nayên astengkirin jî bi statuye fermanberiya dewletê dest û milên wan tên girêdan û naçar dimînin ji nasnameya xwe ya kurdî dûr dikevin.
Ew him dibin bindestê zagonên wan û nikarin bi nasnameya xwe ya Kurdî bijîn, him jî ev pêvajoya nebûnê bi awayekî wan ji zimanê wan, çanda wan, nasnameya wan bilez dûr dixe û dibe sedema koçberiya mêjî û dewlet vî mêjiyî jî bi çen qurûş pere dihêre..
Ev hevpeyivîna bi we re yek ji rêze hevpeyvînên ji bo rênîşandana van gêncan hatineamadekirin e, ku bi rastî jî weke fikreke bingehîn zanibin ku “bêyî têkilbûna dewleta tirkî dikarin çi bibikin.”
Bi gotineke din, em bi vê xebatê li bersiva ku “ev ciwan çaw dikarin ji vî sergoyî rizgar bibin û ji netewa xwe re bibin kesên bikêrhatî” digerin.
Şîreta we ya ji van ciwanan re çi ye?
- Ax Kejêya delal, te bi vê pirsê ne tenê tiliya xwe danî ser birîna min, te her wiha jî danî ser ya netewa kurdî ku xwîn jê diherike.
Kurd, her çiqas rastî komkujiyeke ku em dikarin bi hêsanî weke jenosîd bi nav bikin bûne jî, bi rêjeya jidayikbûnê xwedî nifûseke pir ciwan in.
Ev jixwe biserê xwe avantajeke li seranserê cîhanê ye.
Lê em dibînin ku mêtingehbûn pişta me dişkîne.
Binêrin, tevî astengiya ziman, xizanî, hejarî, newekheviya derfetan a xwe gihandina perwerdeyê, û bi salan e di nav diranên çerxa şerê herî dijwar ê germ de ne tên hêran, zarokên me ji zanîngeh birûmet û beşên bi navûdeng mezûn dibin.
Bi rastî jî rewşek bi êş e ku xortên weha jîr berê xwe bidin welatekî weke Tirkiyê û xizmeta dagîrkerên xwe bikin.
Doktor, endezyar, hiqûqnas, hunermend û heta parlementerên kurd ji Tirkiyê derxin, hûn ê di her qadê de welatekî vala bibînin.
Mînak her çiqas bi hezaran doktorên kurd hebin jî, ji ber ku qanûnên dagîrkeran destûrê nadin 'Komeleya Bijîşkên Kurd' tune.
Her wiha Odeya Avahîsaz û Endezyarên Kurd jî û hwd.
Ev êşeke pir dilşewat e ku endamên neteweya Kurd ên xwedî roleke wiha serdest in, bi awakî dibin hestiyê pişta kolonyalîstên xwe.
Pêşniyara min ji ciwanên Kurd re bitaybetî ew e, ku herî kêm du zimanên biyanî hîn bibin û piştî xwendina zanîngehê berê xwe bidin Ewropayê.
Hêviyek min a din a ji dîasporayê ew e ku sazî û dezgehên karibin derfetên pêwîst ji aliyê madî û manewî ve pêşkêşî van ciwanan bikin, ku karibin xwe bighînin, nasnameya xwe ya netewî biparêzin û baştirîn xizmetê ji bo welatê xwe bikin.
Divê ev yek erka sereke ya ser milê her kurdekî li dîasporayê be.
Bi mûçeyekî ji çend kuruşan kirina xizmetkar a van ciwanên ku têmînata pêşeroja me ne li ber deriyê kolonyalîstên xwe bi tu awayî nayê efû kirin.
Divê têrkiliya ciwanên me ji nêz ve bi saziyên Kurd ên li Ewropayê re hebe, pêşeroja xwe li ser vê bingehê plan bikin û amade bin ku sibe bibin xwediyê Kurdistaneke serbixwe karibin welatê xwe di asta cîhana şaristanî de ji nû ve ava bikin.
Di vî warî de erka kurdên diyasporayê jî ew e ku li ser vê bingehê bê şert û merc piştgirîya wan bikin û ger pêdivî be li vir, li malên xwe cîh ji wan re vekin û di rêwîtiya karîyera wan de her cure piştgirîyê bidin wan.
- Spas ji bo keda te, dilê te, hebûn û welatparêziya te kekê Feysal.
Ez gelekî sipasîya we dikim.
Ez sipas dikim Kejê can.
Dema te ji min re got ku tu dixwazî di çarçoveya vê xebatê de çi bikî, min ew ji dil fêm kir.
Bi rastî, ez gelek şanaz bûm ku ez bûm beşek ji projeyeke wiha.
Ji te û hepmî zarokên Kurd re Serketinê dixwazim û dibêjim riya we vekirî be, di vî warî de ez ê jî tiştê ji destê min bê bikim û heta dawiyê ama de bim ku piştgiriya we bikim.
- Emê biserkevin kekê min.
"Em mafdar in, em ê bi ser bikevin"
Û em ê wê roja pîroz bibînin!
- Emê bibînin Keje Can!
Di wê roja pîroz de, navê şeraba ku hûn ê bi kekê xwe Şehmus re, lingên xwe bi dîwarê kela Mêrdînê de berdin, bihejînin û li deştê binerin vexwin wê Kurdistan be!
Ya herî sor!
Ez ê pêşkêşî we bikim.
Heke hûn qebûl bikin, ez ê jî bi we re bim.
Werger: Yaqub KARADEMIR