Hejmara qurbaniyên bûyera roja 1ê Mijdara borî, li qeraxên welatê Yûnanistanê bo 26 kesan bilind bû, ku hejmarek Kurd jî di wê belemeyê de bûn, Dezgeha Lûtke bo Karûbarên Aware û Penaberan li ser vê mijarê ragihand, termê koçberekî din yê Kurd hat dîtin.
Dezgeha Lûtke eşkere kir, piştî dilniyabûna ji zanyariyan û nasîna termê wê ji aliyê kesekî nêzîkî wê ve, termê koçbereke Kurd ku jin e, navê wê Ziryan Emîn e û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye, hat dîtin.
Ziryan Emîn zêdetirî meh û nîv, li welatê Tirkiyê li benda çûna ber bi Ewrûpayê bûye, piştre di bûyera 1ê vê mehê, di nav belemeyeke 70 kesî de canê xwe ji dest daye.