Baştirîn çareserî referandûm e

Nîqaş û nirxandinên li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Li gor pispor û şîrovekarên Herêma Kurdistanê êdî baweriya jiyanê bi Iraqê re nema ye û tê çaverêkirin xelkê Herêma Kurdistanê bi rêjeyeke mezin dengê erê bide referandûmê.
09.04.2017, Paz - 07:43
Baştirîn çareserî referandûm e
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya KDP.infoyê şirovekarê siyasî Mueyid Teyib diyar kir, "Ti baweriya me bi jiyana di çarçovya Iraqê de tune ye, ji ber ku ti guhertinek bi ser hizniyeta deselatên Iraqê ve nehatiye, lewma jî baştirîn çareserî referandum e."

Teyib nîqaşên li ser referandûmê wiha nirxand: "Her rêkeftinek ligel Bexdayê bê kirin dê bê sûd be û tenê riya serxwebûnê li pêşiya me maye û bi referandumê dê ji hemû cîhanê re piştrast bibe ku serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê daxwaza xelkê cîbicî dike, lewma jî lidarxistina referandumê pir girîng e û divê ew referandum jî tenê ji bo serxwebûnê be û ti aliyekî siyasî nebe rêgir li pêşiya referandumê."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1515 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:56:02