Bi serperiştiya Barzanî, aliyên siyasî dicivin

Îro bi serperiştiya Serok Barzanî, civîna berfereh ya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi rê ve diçe.
07.06.2017, Çar - 08:41
Bi serperiştiya Barzanî, aliyên siyasî dicivin
Nuçe Belav bike

Di civîna îro de, pirsa dem û çawaniya encamdana referandûmê tê diyarkirin û guftûg li ser karakirina parlemento û hewla aliyên siyasî bo çareserkirina pirsgirêkan tê kirin. Beşeke mezin ji aliyên siyasî beşdarî civînê dibin.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cafer Êmînkî ji K24ê re got: “Mebest ji civînê guftûgo li ser referandûm û temamkirina zemînesaziya siyasî û diyarkirina roja encamdana referandûmê de ne. Civîn bo hemû aliyên siyasî ne, ti alî nayê perawîzxistin û pêwîst e hemû alî beşdar bin.”

Demek e aliyên siyasî, bi taybet PDK û YNKê bi çirî guftûgo derbarê encamdana referandûmê, çareserkirina pirsgirêkên siyasî û karakirina parlementoyê dikin, di wê civînan de Barzanî jî ji bilî hewla aliyan bo karakirina parlementoyê, guftûgo derbarê encamdana hilbijartinan tê kirin, ku di dema xwe de bê kirin, an demekê bê paşxistin.

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre got: “Em dixwazin guftûgo li ser pirsa hilbijartinan bikin, ji ber ku gelek fakter hene ligel encamdana hilbijartinan e, herwiha fakterin jî hene ligel paşxistina hilbijartinan e. Herwiha divê guftûgo li ser dema encamdana referandûmê, çawa dest pê bikin û desthilatên desteya serperiştiya wê bike çi ne, bê guftûgokirin. ”

Gelek pêkhate li Başûrê Kurdistanê hene û beşdarî proseya siyasî bûne. Pêkhateyên bo civînê jî hatine banghêştkirin, ew piştgîriya referandûmê dikin û dixwazin mafên wan di dewleta Kurdistan a dahatû de parastî bin.

Serokê Liqa Hewlêrê a Bereya Tirkmenan Aydin Marûf jî dibêje: “Guftûgokirin ligel pêkhateyan girîng e û pêwîst e nêrînên pêkhateyên sereke û Tirkmen, Kildan û Aşûriyan di pirsên hestiyar de hebin.”

Serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê dixwazin di dawiya îsal de referamdûmê bikin, lê heta niha li navxweya Kurdistanê, aliyên siyasî negihêştina ti rêkeftinekê, yek ji wan pirsgirêkên li pêş encamdana referandûmê jî ew e, nêrînên cuda yên li ser çawaniya karakirina parlementoyê ye.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:50:28