Bizûtnewe daxwaza cezakirina Komela Îslamî ya Kurdistanê dike!

Bizava Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe), Komela Îslamî ya Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar ku li pêşiya hevgirtina hêzên îslamî yên Kurdistanê asteng e.
20.01.2018, Cts - 08:41
Bizûtnewe daxwaza cezakirina Komela Îslamî ya Kurdistanê dike!
Nuçe Belav bike

Parlamenterê Kurdistanê û serokê firaksyona Bizûtnewe li parlamentoya Kurdistanê, Arî Ebdulletîf di daxuyaniyekê de ragihandiye, ev demek e partiyên îslamî yên Kurdistanê (Bizûtnewe, Komel û Yekgirtû) dixwazin eniyeke hevbeş ava bikin lê heta niha xebatên wan bê encam mane.

Arî Ebdulleftî bêyî ku navê Komela Îslamî ya Kurdistanê bîne, gotiye, qesta me ji pêkanîna eniyeke hevbeş ew ku em bi lîsteke hevbeş beşdarî hilbijartinan bibin lê wek tê zanîn hinek kes naxwazin û xwe dane kêleka partiyên din. Divê ewên ku li hember vê hevgirtinê dibin asteng, bên cezakirin û gel deng nede wan.

Komela Îslamî ya Kurdistanê tevlî tifaqa Gorran û Hevpeymaniya Demokrasî-Dadperweriyê (partiya Berhem Salih) bûye û xwe ji partiyên din yên îslamî dûr xistiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 982 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:35:25