Demirtaş, bi erênî li namzetiya serokomariyê dinhêre

Hat ragihandin ku HDP dema ku mûxalefet li ser navê namzetekî li hev neke, HDP dê bi hevserokê xwe yê berê Selahattin Demirtaş re bikeve hilbijartina serokomariyê û Demirtaş jî bi erênî li namzetiyê dinhêre.
23.04.2018, Pts - 06:51
Demirtaş, bi erênî li namzetiya serokomariyê dinhêre
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê HDP di tûra ewil ya hilbijartina serokomariyê de dixwaze bi navê Selahattin Demirtaş ve bikeve hilbijartinê. Ji aliyê din ve li gor nûçeyê, HDP di îhtîmala tûra duyem a serokomariyê de wê piştgiriyê bi de namzetê ku ji tûra duyem re ma ye. Herwiha hat ragihandin ku di HDPê de hin kes dixwazin di tûra ewil de li ser namzetekî bê lihevkirin ku bi vî awayî dê encameke baştir bidest bixin.

Di partiya HDPê de ya mijara herî girîng namzetiya hevserokê berê Selahattin Demirtaş e. Rojnameya Cûmhuriyetê eşkere kir ku heke mûxalefet li ser navekî li hev neke, partî di tûra ewil de dixwaze namzetekî bi xwedî hêz nîşan bi de. Ew kes jî Selahattin Demirtaşê ku di Girtîgeha Edirneyê de girti ye. Derbarê mijarê de Demirtaş hatiye agahdarkirin û bi erênî li namzetiya serokomariyê dinhêre.

Ji aliyê din ve li pêş namzetiya Selahattin Demirtaş ti astengî tunene ku nebe namzet.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:25:59