Demirtaş: Divê HDP ji rewşa "betlanê" derkeve

Selahattin Demirtaş di hilbijartinên 24 Hezîranê de berbirê HDPê yê postê serokkomar bû, derbarê hilbijartinan de meqaleyek nivîsandiye û têde dibêje ku pêwîst e HDP dest bi kar û xebatê bike.
10.08.2018, Cum - 10:34
Demirtaş: Divê HDP ji rewşa "betlanê" derkeve
Nuçe Belav bike

Demirtaş got: "Di rewşekê de ku parlamento, destûr, yasa û daraz hatine betalkirin, opozisyoneke ku mafê xwe yê demokratîk ê protestoyê bikarneyîne çawa dikare ji gel re bibe hêvî?."

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku niha girtî ye, di meqaleyekê de behsa kar û xebata piştî hilbijartinan dike û dibêje: "Asêkirina xebatê di parlamentoyeke ku bi tevahî hatiye bêdesthilatdarkirin û li wê derê siyasetkirina bi henekan tenê xwesteka bloka faşîst a AKP û MHPê ye."

Demîrtaş di gotara xwe de ku medya nêzîkê PKKê belav kiriye, tekez dike ku divê HDP ji rewşa "betlanê" derkeve û dibêje: "Kêlî berî kêliyê pêwist e HDP derkeve meydanan."

Demirtaş ji roja 4ê Mijdara 2016an ve girtî ye û niha li zîndana Tîpa F a Edirneyê girtî ye û proseya darizandina wî hêj berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:24:40