Demîrtaş li ser Doza Kobaniyê daxuyanî da

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku di Doza Kobanî de bi 42 sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin, derbarê biryarên dadgehê de axivî û got,“Ew biryara ku dadgehê eşkere kiriye, berî bi salan ji aliyê desthilatê û şirîkên wê ve hatine wergirtin û li meydanên mîtîngan bi çendîn car hatibûn ragihandin.”
18.05.2024, Cts - 09:38
Demîrtaş li ser Doza Kobaniyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

 Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku di Doza Kobanî de bi 42 sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin, derbarê biryarên dadgehê de axivî û got,“Ew biryara ku dadgehê eşkere kiriye, berî bi salan ji aliyê desthilatê û şirîkên wê ve hatine wergirtin û li meydanên mîtîngan bi çendîn car hatibûn ragihandin.”

Herwih Demîrtşa got, “Ji bo ku ceza ji bo min re hat dayîn ez nabêjim bila piştî min bibe tofan, tenê bila çareseriyek demokratîk û aşitî pêk bê, em di piştevanîkirina wê proseyê de dudil nabin.”

22emîn Dadegeha Cezayên Giran a Sîncanê ya Enqerê roja Înê di Doza Kobaniyê de ji 47 tawanên Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş bi 42 salan cezayê girtîgehê ceza kir.

Demîrtaşê ku di çarçoveya wê doze de zêdeyî 7 sal û nîv in  li girtîgeha Edîrneyê girtî ye, bi rêya parêzerên xwe derbarê biryarên Doza Kobaniyê de ji Malpera Nûçeyan a T24ê re axivî.

“Ji bo min ne surprîz bû

Demîrtaş ragihand ku biryarên Doza Kobaniyê berî bi salan ji aliyê desthilata siyasî û şirîkên wê ve hatine dayîn û ev biryar bi çendîn car li qadên mîtîngan hatine ragihandin û got:

“Şandeya cezayên giran a dadgehê tenê bi awayekî şiklî erkê xwe bicih anî û biryara ku siyasetê daye xwend.

Me biryar li odeya xwe ya girtîgehê ji televîzyonê temaşe kir. Ji xwe me pêşbînî dikir.

Ji bo min jî û ji bo mamoste Selçuk Mizrakli (Hevserokê berê Şaredariya Amedê) jî ne surprîz bû. Me bi awayekî bihêz û bi moral pêşwazî kir.”

“Serê me nayê tewandin”

Herwiha Selahattîn Demîrtaş got, “Di demekê de ku em ji bo gel bi hemû hêza xwe li berxwe didin em moralê xwe jî bi heman awayî ji gelê xwe distînin.

Bila ti kes mereq neke, rêya me şaş nabe, serê me nayê tewandin û çokên me nayê danîn.

Gelê me çawa li ser pêyan û rast bi şanazî rawestiyabe em jî dê hêjayî wan bin û gelê xwe bi ti awayî mehcûb nakin.”

“Ev doz dozeke siyasî ye”

Hevserokê berê yê HDPyê bi bîr xist ku cezayên ji wî re hatine dayîn bi temamî ji ber tweetekê û çend axaftinên mîtîngên siyasî hatine dayîn û wiha pê de çû:

“Bi temamî li ser bingeha derew û bêbextiyên ku bi salane dikin hatine dayîn. Ne ji ber çalakiyeke tundûtîjiyê ne jî ji ber handan û piştevaniya tundûtîjiyê hatine dayîn.

Tenê ji ber raman û tiştên ku min gotin 42 sal ceza dane. Ev doz dozeke siyasî ye. Carek din hat dubarekirin ku ev ceza cezayên ji ber siyasetê ne. “

“Dewlet jî, hikûmet jî û dadgeh jî gelekî baş dizane”

Selahattîn Demîrtaş û hevalên xwe di Doza Kobaniyê de wekî berpirsên destpêkirina protestetoyên 6-8ê Çiriya Pêşîna 2014an dihatin tohmetbarkirin ku tê de li gorî amarên fermî 37 kes hatibûn kuştin.

Demîrtaş derbarê wan tohmetan de jî got, “Helbet ne kuştin an jî birîndarkirina mirovekî me moriyek jî neêşandiye. Vê yekê dewlet jî hikûmet jî û şanda dadgeh jî gelekî baş dizane.

Lê bi salane em wekî `kujer û terorîst` bi nav kirin û ev yek ji xwe re kirin mijara hilbijartinan.

Bi vê yekê jî bikuj û bikerên rast ên 6-8ê Çiriya Paşînê veşartin. Ji vê derê jî eşkere dibe ku pêwendiya bikerên piraniya mirinan bi dewletê re heye û ew parastin û em kirin armanc.

Di dosyeyê de jixwe sifir delîl hebûn. Yên ku em bi kuştinan tohmetbar dikirin ev yek dizanîn lê bi eşkere derew kirin û karîn beşeke gel bixapînin. ”

“Em hemû dê rojekê bên beraetkirin”

Demîrtaş amaje bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan Ewropayê yên derbarê xwe de jî da û got:

“Ez careke din dixwazin bibêjim temamiya ew 42 sal cezayê hatiye dayîn ji ber axaftinên min hatine dayîn, di demekê de ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tespît kiribû ku temamiya axaftinan di çarçoveya mafê raderbirînê de ne.

Wate eger biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatibana bicihanîn diviyabû ev doz bi biryara beraetê gihiştiba encamê. Helbet ti gumaneke min ji wê yekê nîne ku em hemû dê rojekê bên beraetkirin.”

“Metirsiya qeyûman heye”

Di Doza Kobanî de 10 sal cezayê girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk jî hat birîn.

Demîrtaş ji ber wî cezayî li ser egera danîna qeyûm a li ser Şaredariya Mêrdînê jî wiha anî ziman:

“Di serî de birêz Ahmet Turk ez ji bo we cezayên ku ji bo hemû hevalan hatine dayîn gelek xemgîn im.

Hemû ew cezayên ku ji bo hevalên me hatine dayîn ji derveyî hiqûqê ne û cezayên tolhildana siyasetê ne.

Helbet dikarin van cezayan ji bo danîna qeyûman bikin hincet. Hêvîdar im tiştekî wiha nebe lê mixabin ev metirsî jî heye.”

“Ergogan û Ocalan dikarin însiyatîf wergirin”

Demîrtaş egera destpêkirina proseyeke çareseriyê û çareseriya pirsa Kurd de jî wiha axivî:

“Ez ji dil dixwazim ku mirin û xwîna ku tê rijandin raweste. Yên ku dikarin ji bo rawestandina vî şerî însîyatîfê wergirin Erdogan û Ocalan in.

Eger bikarin di rawestandina şer û dîtîna çareseriyê de berpirsyariyê wergirin û şertên vê yekê bicihbînin, tecrîd bê rakirin û hevdîtin destpêbikin ez dê bi şexsî heta dawiyê piştevaniyê bikim.

Ji bo ku ceza ji bo min hat dayîn ez nabêjim bila piştî min bibe tofan, tenê bila çareseriyeke demokratîk û aşitî pêk bê em di piştevanîkirina wê proseyê de dudil nabin.

Wate  nerînên min ên li ser vê mijarê ji ber ku min cezayên giran wergirtin, nehatiye guherîn.”

“Em dê bibînin ka Erdogan kîjan pêngavan biavêje”

Berî hilbijartina 31ê Adarê di serî de Leyla Zana siyasetmedarên Kurd bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû ku “proseya çareseriyê ji sarkerê derbixin û carek din gotûbêj dest pê bikin.

Demîrtaş li ser vê yekê û pêngavên vê yên Serokkomarê Tirkiyeyê jî got: “Belê divê proseya çareseriyê ji sarkerê bê derxistin.

Em dê li ser parastina çareseriyeke demokratîk û aştîxwaz berdewam bin. Em dê bibînin ka Serokkomar Erdogan ji niha û pêve kîjan pêngavan biavêje.

An dê tundtir bibe an jî li dijî van nehiqûqiyan derkeve û pêngavên bidawîanîna van rûbirûbûnan bide destpêkirin.

Lê helwêsta me ya li hember aştî û diyalogê diyar e. Wekî berpirsyariyek li hember gelê me em ji vê helwêsta xwe ya bi prensîb paşdegav naavêjin. ”

“Em dostên xwe û yên ku li pey me bîr kolane jibîr nakin”

Hevserokê Berê yê HDPyê Demîrtaş di dawiya axaftinên xwe de got:

“Ev roj tên û diçin, piştî wan nîşeyên ew kesên ku bi şanazî li ber xwe dane dimînin.

Em di vê hemû proseyê de dostên me yên ku bê merc piştevaniya me kirine û yên ku li pey me bîr kolane û hewil dane me tasfiye  bikin jî jibîr nakin.

Em wekî her carê bi moral û bihêz in û em dê teqez bi ser bikevin. Berxwedan jiyan e!”

 

Vî nûçeyê tevayî: 729 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:51:07