Dibe Ahmet Turk bibe Hevserokê HDPê

Piştî ku Hevserokê HDPê yê girtî Selahattin Demirtaş di daxuyaniya xwe de ragihand ku ez ji bo hevserokatiyê hew dibim namzed tevgera navê nû dest pê kir.
11.01.2018, Per - 05:59
Dibe Ahmet Turk bibe Hevserokê HDPê
Nuçe Belav bike

Piştî ku Hevserokê HDPê yê girtî Selahattin Demirtaş di daxuyaniya xwe de ragihand ku ez ji bo hevserokatiyê hew dibim namzed tevgera navê nû dest pê kir. Di nava namzedan de navê siyasetmedarê pispor Ahmet Turk jî derbas dibe.

Li gor nûçeya Rifat Başaranê rojnameya Hurriyetê, rêvebiriya HDPê dixwaze hevserokê nû bi lihevkirinê hilbijêre, ji bo vê hefteyên pêş wê li herêmê konferansan li dar bixe û ji xeyrî gel wê nêrîna saziyên sivîl jî wergire.

Pêşniyar wê di Komîsyona Lihevkirinê de werin nirxandin û di encama nirxandinê de wê namzedek were diyarkirin. Ji bo namzediyê piştî navê Parlamenterê Qersê Ayhan Bilgen û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir niha navê Ahmet Turk jî derbas dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1632 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:47:59