Dibe ku Talabanî bibe sekreterê YNKê

Serkirdeyekî YNKê diyar kir ku ji bo dema lidarxistina kongreya 4em a YNKê roja salvegera wefatê ya Omer Debabe hatiye pêşniyazkirin û ragihand ku di nava YNKê de daxwaz heye Qubad Talabanî were ser YNKê.
12.12.2017, Sal - 08:27
Dibe ku Talabanî bibe sekreterê YNKê
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên Rûdawê endamekî serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser hilbijartina sekreterê giştî yê nû ji bo YNKê got, "Çi ji bo postê sekreteriyê, çi jî ji bo desteya serokayetiyê, yek ji endamên bi hêz Qubat Talabanî ye, ku îtifaqeke zêde li ser heye."

Wî serkirdeyê YNKê di heman demê de diyar kir ku Kosret Resûl û Hêro Îbrahîm Ehmed jî li ser vê yeke li hevdikin û got, "Ji bo Kak Kosret hîç ne kêşe ye, ku Qubad Talabanî derkeve pêş."

Herwisa li gorî heman nûçeyê endamê serkirdeyatiya YNKê Raberî Seyid Îbrahîm jî gotiye, "Kak Qubad mirovekî hêja ye û di raboriyê de hatiye dîtin, ku ew him din ava Yekîtiyê de him jî di civînên li gel rêxistinên kurdî yên din serkeftî bû. Herwisa peywendiyên wî li gel Partî, Goran û aliyên Îslamî jî baş in û gelek welatên navdewletî jî piştevaniya wî dike. Gelekî normal e, ku di siberojê de bibe serokê YNKê. Ji ber ku kesekî ehlê siyasetê ye û di miameleya li hemberî YNKyiyan de tama Mam Celal dide."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1531 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:51:58