Firakisyonên Kurdistanî bersiva Ebadî didin

Ji ber serokwezîrê Iraqê behsa nav û rola hêzên Pêşmerge nekir di şerê li dijî DAIŞê de û jinavbirina wê girûpê, firakisyonên Kurdistanî di Perlemana Iraqê de dilgiran bûne.
10.12.2017, Paz - 15:27
Firakisyonên Kurdistanî bersiva Ebadî didin
Nuçe Belav bike

irakisyonên Kurdistanî di Perlemana Iraqê de, di daxuyaniyekê de şokbûna xwe li ser vê reftara Ebadî diyar kirin û ji wî xwestin ku lêbûrînê bixwaze.

Di daxuyaniya firkisyonên Kurdistanî de hatiye: "Hêzên Pêşmergên Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de gellek qurbanî dane û di dema şikestina artêşa Iraqê de li hemberî wê girûpê di sala 2014an de, Pêşmerge li pêşya çekdarên DAIŞê rawestiyan û rê li ber girtin û nehiştin derbasî navçeyên din bibin."

Di beşekî di yê wê daxuyaniyê de hatiye: "Ew reftara Ebadî piştguhkirineke eşkere ye ji qurbaniyên Pêşmerge re, ku bi dehan hezar şehîd û birîndar û dîlên wan hene, Pêşmerge bi xwîna xwe rûpela rûmet û serketinê nivîsandiye, bi hemû karînên xwe li dijî DAIŞê şer kiriye û bingeh û asêgehên wê girûpê ji holêî rakiriye, Pêşmerge ji bo berevaniyê li tevahiya pêkhatên Iraqê bike, bi sedan şehîd û birîndar di meydana cengê de daye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1626 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:33:19