Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu beşdarî bultena KRTyê bû li ser mijarên di rojevê de axivî.
Abdullah Ocalan sala 2013an dema “pêvajoya çareseriyê” dest pê kiribû li PKKyê re nameyek nivîsîbû.
Ensarîoglu li ser vê nameyê got, “Wan maneya Abdullah Ocalan maç kir û danî ser serê xwe lê paşê jî avêt.
Qendîlê rê neda ku name were eşkerekirin. Hîn pêvajoya çareseriyê berdewam dikir lê Demîrtaş got, ‘Em dê keviran bidin ber dilê xwe û piştigiriyê bidin CHPyê.”
Galîp Ensarîoglu destnîşan kir ku Selahattîn Demîrtaş bandor li xelasbûna pêvajoya çareseriyê kiriye û got, “Hêza ku plana derbeyê amade kir, di guhê wî de kir pistepist.”
Ensarîoglu herwiha amaje bi parastinên dawiyê yên Selahattîn Demîrtaş da û got, “Demîrtaş dixwaze bibe lîderê sembolîk.”
DEM Partiyê doh ragihand ku Stenbol jî di nav de ew dê bajarên mezin ên Tirkiyeyê namzedên xwe diyar bikin û Başak Demirtaş jî di hezwê namzedan de ye.
“Ku Demîrtaş bibe namzed dê AK Partî bi ser bikeve”
Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu li ser namzedbûna Başak Demîrtaşê jî wiha axivî:
“Başak Demîrtaş ew kes e ku dikare li Stenbolê dengên herî zêde bistîne.
Roja ku Başak Demîrtaş bibe namzed mijara Ekrem Îmamoglu xelas dibe. Wê demê dê AK Partî Stendolê bi ferqeke zêde bistîne.
Hemû kes dizane Başak Demîrtaş nikare serokatiya şaredariya Stenbolê bi dest bixe, eger armanc ew bûna dê bibûna namzeda Amedê. Ti agahiyeke min nîne lê ez dikarim bibêjim du armanc xuya ye.
Yekem: Dibe ku bi CHPyê bazar li ser 3 navçeyên Stenbolê kiribin û wekî berê vê bazarê bi dizî nakin.
Duyem: HDP bi siyaseta dijminatiya Erdogan û piştgiriya CHPyê çi armanc dike? Armanca vê yekê nîne. Niha daxwaza Kurdan ne ev e. Derdê Kurdan ne ev e.”
“Pêvajoya çareseriyê miriye”
Hinek nirxandinên Galîp Ensarîoglu yên ku derdikevin pêş bi vî awayî ne.
“Pêvajoya çareseriyê ne di dolabê de ye, xelas bûye. Miriye. Rêxistinê (PKK) bixwe ev pêvajo qedand.
Rêxistinê ev pêvajo nexwest. PKK nikare bibêje ‘Ez îradeya Ocalan qebûl nakim.’ Şandeya ku Selahattîn Demîrtaş jî di nav de bû name bir li Qendîlê da rêvebirên KCKyê.
Ji ber ku min ji devên wan bihîstiye dibêjim. Wan maneya Abdullah Ocalan maç kir û danî ser serê xwe lê paşê jî avêt. Wan name xwend û avêt ser maseyê.
Rexîstinê got ku fermandarê wan vê yekê qebûl nakin û pêvajoya çareseriyê ji serî ve red kir.
Li gorî nameya Ocalan divê hêzên çekdar derketana derveyî Tirkiyeyê û Ocalan ev ferman da lê rêxistinê li ber xwe da û ev qebûl nekir.
Pêwîst bû wan çekên xwe daniya û biçûna lê Erdogan ji bo ku pêvajo berdewam bike got, ‘Bila tevî çekên xwe derkevin.’
Wê demê hemû rêveberiya Qendîlê derbasî aliyê Îranê bû. Wan bi Îranê re li hev kir û çalakiyên PJAKê rawestiyan.
Îranê jî bandor li xelasbûna pêvajoya çareseriyê kir.
Hêza ku plana derbeyê amade kir, di guhê Selahattîn Demîrtaş de kir pistepist. Selahattîn Beg siyasetmedarekî baş e, jîr e lê wê demê ket ber bayê hinek tiştan.
Ji gotinên Qendîlê û gotinên bi şiklê ‘Em dê Erdogan ji holê rakin’ bawer kir.
“Tenê Ocalan bawer kir”
Kêmasiya hikûmetê jî hebû, pêwîst bû ev kar bi awayekî bileztir bihata kirin. Helbet dema ev tişt tên kirin her kes dixwaze hêza xwe zêde bike.
Tenê Ocalan ji pêvajoya çareseriyê bawer kir. Dixwest tî tiştî çareser bike û di dîrokê de cihê xwe bigire. Gel jî çareserî dixwest.
Xelk kuştinê û şer naxwaze, xelk azadî û aramiyê dixwaze.”