Goran, Komel û Hevpeymanî lîsteke hevbeş ragihandin

Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê û Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadmendiyê ji bo hilbijartinên li pêş ên Iraqê hevpeymaniyek pêk anîn.
11.01.2018, Per - 14:49
Goran, Komel û Hevpeymanî lîsteke hevbeş ragihandin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyan, Goran û Komela Îslamî û Hevpeymanî ev hevpeymanî taybet bi Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê pêk anîne û bi dixwazin bi lîsteke hevbeş beşdarî di hilbijartinên Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî de bikin.

Lîsta hevbeş a Tevgera Goran, Komela Îslamî û Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadmendiyê bi navê “Niştiman” hatiye ragihandin.

Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadmendiyê hêzeke nû ya siyasî ye ku li Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin û ji aliyê Cîgirê Duyemê Sekreterê Giştî yê YNKê yê berê Berhem Salih vet ê serpireştîkirin. Vê Hevpeymaniyê duh kongreya xwe ya damezrandinê lidarxistibû û têde Berhem Salih bi fermî weke serokê xwe hilbijartibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1535 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:39:42